KCK: AKP Tirkiyeyê ber bi rêyeke xeter ve dibe
KCK: AKP Tirkiyeyê ber bi rêyeke xeter ve dibe
KCK: AKP Tirkiyeyê ber bi rêyeke xeter ve dibe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser uslûbê tehrîkkar û êrîşkar ê dewleta AKP'ê û diyar kir AKP Tirkiye ber bi xeteriyê ve dibe. KCK'ê got: "Gelê Kurd û hêzên têkoşer-şoreşger ên Tirkiyeyê wê helbet li dijî van gef û êrîşkariya AKP'ê li ber xwe bide û têkoşîna xwe xurt bikin".
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser daxuyanî û uslibê êrîşkar ê çapemeniya alîgir û hukûmeta AKP'ê û da zanîn ku ji hemû berpirsyariyan pir dûr in û Tirkiyeyê ber bi rêyeke xeter ve dibe.
KCK'ê di daxuyaniya xwe de got: "Tayyip Erdogan û Ahmet Davutoglu di her firsend û axaftineke xwe de gelê Kurd biçûk dixin. AKP bi vê zîhniyeta xwe ya yekperest û olîgarşîk hemû alî û derdorên têkoşer û berxwedêr dikin hedef" û wiha domand: "Erdogan weke dîkdatoran gotiye ku ' Dawiya sebra me jî heye, ger dest ji van helwestan bernedin, tiştên ku wê biqewimin ez naxwazim bînim bîra xwe jî'. Ev daxuyanî nîşaneya bêberpirsyariya li dijî gelên Tirkiyeyê ye. Dibe ku Erdogan berxwedana berê li Kobanê çêbû, dîsa bûyerên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê nikare bixwîne. Ji ber vê jî hemû hewldan û pêngavên Rêber Apo û tevgera me bê bersiv mane û tu pêngaveke berçav nehatiye avêtin. Dewleta AKP'ê heta niha jî bi hişmendiya ewlekarî, operasyonel û zextkar tevdigerin. Ev yek wê zinayek û xirabiyeke mezin bide pêşeroja hemû gelên Tirkiyeyê. Her tim bi gotinên weke "Dawiya sebra me heye" bi aşkereyi dixwazin qirkirinên civakî bi rêbazên şerê taybet pêk bînin. Ev çil sal in ku bi vê hişmendiyê nêzî pirsgirêka Kurd dibin. Lê destkefî û asta têkoşîna azadiyê jî ewqas mezin bûye. AKP'ê jî di van polîtîkayên tasfiyekirinê yên partiyên beriya xwe de israr dike. Polîtîkayake bi vî rengî wê ne gelê me, wê hukûmeta AKP'ê bin bixe."
'DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN'
KCK'ê di berdewama daxuyaniya xwe bal kişand ku di dîroka têkoşîna çil salan de tu rêbazek nemaye ku dewleta dagirker a Tirk li hemberî tevgera azadiya gelê Kurd û hêzên berxwedêr-şoreşger bi kar neaniye. KCK'ê wiha got: "Tenê tiştek neceribandiye, ew jî çareserkirina pirgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û siyasî ye. Gelê Kurd û hêzên berxwedêr jî îro tên girtin û qetilkirin. AKP li dijî gelê Kurd siyaseteke dijminane dimeşîne. Ne tenê Bakûrê Kurdistanê, li Rojava, Kobanê û parçeyên din ên Kurdistanê jî hate dîtin ku li dijî hebûn û destkeftî û azadiya gelê me di nava helwesteke êrîşkar de ye. Bi gefên ku dixwin dixwazin tevgera azadiya gelê Kurdistanê tasfiye bikin, siyaseta legal û HDP'ê teslîm bigirin. Bi vî awayî tê dîtin ku AKP qadeke çiqas berfireh ji bo siyaseta legal a Kurdan, hêzên şoreşger û azadîxwaz vedike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî awayî dawî li daxuyaniya xwe anî: "Gelê Kurd û hêzên têkoşer-şoreşger ên Tirkiyeyê wê helbet li dijî van gef û êrîşkariya AKP'ê li ber xwe bide û têkoşîna xwe xurt bikin".