Karayilan: AKP bi rengekî tehlûke dilîze
Karayilan: AKP bi rengekî tehlûke dilîze
Karayilan: AKP bi rengekî tehlûke dilîze
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bi rêya bêtêlê bang li hêzên gerîla kir. Karayilan got, “Ji ber di pêvajoya çareseriyê de AKP'ê ya ketiye ser milê xwe pêk neaniye pêvajo pêşve neçûye û rawestiyaye.”
Karayilan diyar kir ku AKP bi awayekî bi tehlûke dilîze û wiha dewam kir, “Di rastiyê de ‘Va ye polîtîkaya wan têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê îflas kir; bi temamî hilweşiya. Berxwedana herî dawî li Kobanê pêş ket tevayî rastiyên wan derxist holê.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan di axaftina xwe ya bêtêlê de ya ji bo gerîlayan bal kişand ser van xisûsan.
‘NE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ PÊVAJOYA BÊPEVÇÛNÊ’
Karayilan got, “Di rastiyê de pirsgirêka Kurd, di çarçoveya pespektîfa veguhertin û demokratîkbûna Tirkiyeyê de çareseriya vê mimkun bû” û wiha dewam kir, “Şert û mercên vê hebûn; hê jî hene. Lê ji bo vê şert e ku dewleta TC û rêveberên wê bigihêjin zîhniyeta çareseriyê. Ji bo çareseriyê li cihekî ku binesaziya zîhnî tune be tiştek jî pêş nakeve. Di rastiyê de Rêbertî bi salane ji bo di bunyeya dewletê de jêresaziya zîhnî ya çareseriya demokratîk ava bibe hewl dide. Ev hewldan hê jî didomin. Lê belê ya di pratîkê de xuya dike ev e ku zîhniyet wisa nehatiye asta têr dike. Di rastiyê de di Newroza 2013’an de wek egera pêvajoya ku Rêbertiya me di Newroza 2013’an de da destpêkirin me merheleya yekemîn heta meha Hezîranê heta asteke girîng kir pratîkê. Diviyabû merheleya duyemîn were destpêkirin. Ev merhele jî merheleya qanûn-destûra bîngehîn bû. Ango dora gavavêtinê ya hikûmeta AKP’ê bû. Lê belê hikûmeta AKP’ê derbasî merheleya duyemîn nebû. Ji Lewra pêvajo rawestiya. Yanî rawestîn di Hezîrana 2013’an de mijara gotinê ye. Lê tevî vê jî hewldanên pir zêde Rêbertî yên yekalî avakirina jêresaziya zîhnî ketin pratîkê.”
Murat Karayilan got ku pêvajoyeke wiha ye ku bi gavên dualî çarerserî dikare pêk were û wiha axivî: “Niha ji ber yekalî ma tiştekî li ser navê çareseriyê nema. Berî niha jî tevgera me rêveberiya tevgera me got ku pêvajo qediya û di rastiyê de AKP’ê ev qedand. Ev rast e; ji ber têkildarî çareseriyê gav nehatin avêtin. Tenê tiştek kirin. Qanûnek derxistin. Lê bi qasî zereyekê pêwîstiyên vê qanûnê pêk neanîn. Bi kurtasî ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin. Timî hesabên hilbijartinan, timî li ser esasê dengan nêzîkatiya ji pirsgirêkê re ji ber heye polîtîkayek û nêzîkatiyeke ciddî û hevgirtî pêş neket. Ji ber vê sedemê pêvajoya heyî ji pêvajoya çareseriyê zêdetir wek pêvajoyeke bêpevçûn mirov binirxîne wê hê rasttir be. Lê belê ev jî dem bi dem ji aliyê dewleta Tirk ve tê kunkirin. Yanî hikûmeta AKP’ê bi temamî li gor pêvajoya bêpevçûniyê jî tevnegeriyaye. Em ji çêkirina qereqol û baregehên leşkerî yên nû bigirin, heta rê û bendavên bi armanca leşkerî gelek xebatên ku tên wateya amadakeriyên şer, berdewam kir. Bêguman mecbûrî hewldanên gerîla yên astengikirina van ketin rojevê. Niha weke ku gelek caran dibêjin, ‘Gerîla wer hereket dike, wiha tevdigere; li derdora bajaran, nizanim li vir û wir’ pêwîst e mirov vê ji wan pirs bike: Heta mehên Tîrmeh-Tebaxa 2013’an di vê mijarê de tevgereke tenê ya cuda çêbû? Na. Baş e, kengî çêbû? Kengî we tu gav neavêt, tevî ku we gav neavêt xebatên ku tên wateya amadekariyên şer we meşand. Wê demê bi awayekî mafdar hin xebatên gerîla yên ji bo astengkirin van ketin rojevê. Yanî rewşa esasî ev e û çavkaniya pirsgirêka derket holê, ya gav neavêt, di bêçareseriyê de israra kir feraseta siyasetê ye
‘EM DI ROJÊN HESAS Û GIRÎNG RE DERBAS DIBIN‘
Karayilan diyar kir ku di rewşa heyî de pêvajo gihiştiye merheleyeke krîtîk, biryareke KCK’ê ya bidawîkirina pêvajoya bêpevçûniyê nîne û got, “Lê belê di berdewamkirina pêvajoya bêpevçûnê de û bi esasî ku pêvajo bi dawî nebû û pêvajoyeke nû destpê nekir, atmosfera baweriyê ya Rêber Apo afirandiye. Yanî di vê mijarê de hewldanên Rêber Apo yên pir bi qîmet û rewşa Rêber Apo wek ewlekariyê di navberê de ye nehişt pêvajoyeke cudatir derkeve holê.
Berî niha bi çend rojan rayedarên dewleta AKP’ê îlan kirin ku pêvajoya hevdîtin û diyalogê ya bi Rêbertî re rawestandine. Ev tê wateya ku baweriya di navberê de ji dewreyê tê derxistin. Eger vê helwesta xwe di rojên pêş me de jî dewam bikin wê demê wek tevger em ê mecbûr bimînin rewşê ji nû ve bigirin dest. Yanî wê demê wê ti wateya pêvajoya bê pevçûniyê jî nemîne. AKP tevî ku pêvajoya çareseriyê bê wate kiriye Rêber Apo yê yekane ewlekariya di navberê de ye ku tecrîd dike, bi vî awayî bêpevçûnê jî bêwate dike. Di vê rewşê de pêvajoya bêpevçûnê ne em ew xera dikin. Bi kurtasî em di rewşeke wer hesas û girîng re derbas dibin.”
‘AKP BI AWAYEKÎ BI TEHLÛKE DILÎZE’
“Di rastiyê de ‘Va ye polîtîkaya wan têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê îflas kir; bi temamî hilweşiya. Berxwedana herî dawî li Kobanê pêş ket tevayî rastiyên wan derxist holê.” Karayilan axaftina xwe wiha domand, “Bi zehmetiya ku pêre rû bi rû mane her kêlî êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin. Rêber Apo bi deklarasyona di Newroza 2013’an de di rastiyê de armanc dikir ku pêvajoyeke li ser tifaqa Kurd-Tirk bê destpêkirin. Lê belê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya li hember Kobanê ji tifaqa Kurd-Tirk re bû darbeyek mezin. Tişta AKP’’ê li Kobanê kir bi gotina aşkera nemerdî ye. Nerazîbûna gelê me ya li hember vê divê rast bê fêmkirin. AKP bi awayekî xasûk û berjewendîperest tevgeriya û ji bo darbeyeke mezin li tifaqa Kurd-Tirk xist hêrsa gelê me jî mezin bû. Ji ber polîtîkaya li hember Kobanê tê meşandin dijmintiya Kurdan e. Ji bo hêzên navneteweyî piştgiriyê nedin Kobanê Erdogan bi xwe her tiştê ji dest hat kir û gelê Kurd vê baş dizane. Niha jî gelê me, siyaseta Kurd û tevgera azadiyê tehdît dike. Erdogan got, ‘Eger hêrsa me biqede tiştên pêk bên ez naxwazim bînim hişê xwe.’ Ev tê çi wateyê? Naxwe ji aliyekî ve ku behsa çareseriyê dike, li aliyê din jî xwe ji pêkanînên komkujî û şideteke herî dijwar re amade dike.
Ji ber vê Rêbertiya me, siyaseta Kurd û gelê Kurd aşkera tehdît dikin. Lê belê di serî de Erdogan û tevayî rêveberên AKP’ê bila vê zanibin ku bi saya pêvajoyên ku Rêber Apo pêş xistin hûn îro li wan mewqiyan e. Ya dikin rasterast nankorî ye; xiyaneta li rastiyê ye. Rastî ev e ku, em ê jî bi rengekî ku dest û lingên me girêdayî em nikarin temaşe bikin. Tecrûbeya me ya 40 salan heye û li hember her rewşê amadekariyên me hene. Eger pêwîst bike em xwedî hêz û qudretê ne ku Tirkiyeyê bi serê wan de hilweşînin. Ev ne blof ne jî tehdîdeteke; li hember van tehdîtên wan ên xasûk îfadekirina rastiyan e. Eger werin tiştên bibînin jî wê hebin. Divê her kes vê zanibe ku Rêber Apo û gelê Kurd ne bêparastinin. Fedayiyên Rêber Apo bê ku şert û mercên demsalê li ber çavan bigirin ji her kêlî ji her wezîfeyê re amade ne.”
‘TESFIYEYÊ FERZ DIKIN‘
Karayilan diyar kir ku pêvajo du alî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem wê heya dawiyê êrîş û tehdîtan li Tevgera Azadiya Kurd, siyaset Kurd, û gelê Kurd bikin, hem jî wê bêjin ‘Wê pêvajo bidome’. Ev tê wateya ku tu dixwazin yekalî pêvajoyê bi rê ve bibin. Ev ji dema Ataturk heya niha hûn vê yekê dikin. Jixwe ev 91 sal e komar bi polîtîkayên yek yek tê meşandin ji bo wê jî ewqas qirkirin û komkujî hatin jiyîn. Ji ber van polîtîkayan heya niha jî ev pirsgirêk di rojevê de ne. Ev jî tê wateya ku ‘Ez ê nasnameyên din biperçiqînim, tune bikim, pişaftinê bikim, komkujiyê bikim’ usluba ku niha AKP bi kar tîne ev e.
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt destnîşan kir: “Nuqteya ku em gihiştinê dîsa tasfiye tê ferzkirin. Ev rewşek pir tehlûke ye. Berpirsyariya vê li hemberî dîrok û civakê a wan e. Evqas êrîş, evqas ferzkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Polîtîkayên qirêj pêş dixin. Tiştek herî biçûk jî dikin mijara bazarê. Hevdîtina bi Rêbertiyê re jî çawa dikin mijara bazarê! Hem qanûnî, hem jî mirovî, nexweşên li ber sikratê ne ku divê werin berdan wan jî dikin mijara bazarê. Ev qas qirêjî û ji fikrê mirovahiyê dûrbûn ne hatiye dîtin. Ya ku vê zîhniyeta mêtinger- deshilatdar derdixe holê jî ev e. Tenê xwe can dibînin û tenê xwe esas digirin. Ji bo wan yek miriye ne miriye ne girîng e.”
BERPİRÊ 6-7’Ê MIJDARÊ DEWLETA AKP’Ê YE
Karayilan da zanîn ku helwesta gel a li hemberî êrîşên li ser Kobanê gelek girîng û helwestek dîrokî ye û wiha got: “Di vir de xeletiyên hatine kirin jî hene ev mijarek cuda ye. Lê belê xwedîderketin pir bi wate ye. Niha te wekî dewlet li hemberî vê xwedîderketinê şîdetê bi kar aniye; li Gimgimê û li cihê din bi guleyên polîsan te ciwanên Kurd qetil kirin; li hemberî vê şîdet mezin bûye, bûyerên cuda derketine holê û di encamê de 30 jê welatparêz 40 kes hatin qetilkirin. 30 kes bi guleyên dewletê û aligirên wê hatin qetilkirin, li ser vê tu radibî tevgerî siyasî û Tevgera Azad a vî gelî sûcdar dikî. Ev tenê di têkiliya serdest-kole de tê kirin. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê xwe wekî desthilatdar û gelê Kurd kole dibîne wisa tevdigere. Bi kurtasî bi vê zîhniyetê çareserî ne mimkun e. Divê bawerî hebe. Meyîldariya wan li ser lewazkirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Heta ku ev meyîldarî û helwest hebe çareserî ne mimkun e.”
EM LI HEMBERÎ HER TIŞTÎ AMADE NE
Karayilan destnîşan kir ku ew pêşketinan dişopînin û wiha axivî: “Rojên pêşiya me gelek bi wate ne. Helwestên li hember wê çawa bin, em temaşe dikin û em ê biryaran bi pêş bixin. Niha bi hatina zivistanê re wê ferzkirinan li ser me bikin, dihizirin bi me û Rêber Apo pêngavan paşde bidin avêtin, tevgera siyasi teslîm bigirin, di çar aliyan de êrîş bikin ku gavan bi me paşde bidin avêtin. Ev tişta ku dibêjin ‘sîstema civakê’ çi ye? ‘Teslîm bibin, deng dernexin, ez ê bikujim, ez ê lê bixim, ez serdest im, ez çi bikim hûn deng dernexin, hûn ê teslîm bibin’ tê vê wateyê. Lê ew xwe dixapînin. Tecrûbeyên 40 salan ên vê tevgerê hene. Em li hemberî her tiştî amade ne. Mi ji van re got ‘lîstikên bi tehlûke’ erê lîstikên tehlûke ne; ji bo me demsal ewqas girîng e. Rast e di demsalê de dibe hinek hêz derveyî pêvajoyê bimînin. Lê dema hêza gel ket dewrê dê her kes bibîne. Ji ber vê yekê divê dev ji gefxwarina gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd bê berdan û aqilê xwe komî serê xwe bikin."
Karayilan diyar kir ku divê gerîla hesasiyeta pêvajoyê, girîngiya wê li ber çavan bigirin û li hemberî her tiştî amade bin.