Ji Şaredariya Baglarê ji bo Kobaniya alîkarî
Ji Şaredariya Baglarê ji bo Kobaniya alîkarî
Ji Şaredariya Baglarê ji bo Kobaniya alîkarî
Şaredariya Baglarê bi armanca ku hewcedariyên welatiyên xizan pêk bînin, Mexazaye Piştevanî û Alîkariyê ya Gunişigi, vekiribûn û ji bo 33 malbatên Kobanê alîkariya xurekê û cil û bergan kirin. Nûnera Firoşgehê Yildan Altun diyar kir ku alîkarî bi sînorin û da zanîn ku ew ji welatiyên ku bi hestiyar li bende piştgiriyê ne.
Firoşgeha Piştevanî û Alîkariyê ya Gunişigi ku di bin banê Şaredariya Baglarê de dixebite ji bo 33 malbatên Kobanê alîkariya xurek û cil û bergan kir. Firoşgeha ku her sal ji bo malbatên hewcedariya wan hene xebatan dimeşîne îsal ji bo malbatên Kobanê xebatên xwe dimeşîne. Nûnera firoşgehê Yildan Altun da zanîn ku xebatê bi awayekî plankirî dimeşÎnin û got alîkariyê wan dê zivistanê bidome.
Yildan bi lêv kir ku malbatên Kobanê li malên wan ziyaret dikin û got: “Ji mamaya zarokan bigirin, heta betanî, nivînan hewcedarî bi her tiştî heye. Alîkariyên me mixabin têr nakin. Çi ji destê me bê em dikin. Ji ber vê em li bende alîkariya welatiyên xwe ne.”
berfin nuda