Ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê banga li hikûmet û HDP'ê

Ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê banga li hikûmet û HDP'ê

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê xitiye û here wiha nîqaşên ku bi zimanekî sûcdar û tehdîdkar tên meşandin jî rexne kir. Meclîsa Aştiyê bang li hikûmetê û heyeta HDP’ê ya Îmraliyê kir ku bên cem hev û formuleke ku vê xitimînê çareser dike pêk bê.

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hikûmet û heyeta HDP’ê ya Îmraliyê kir.

HÊVÎ DIŞKÊN Û BENDEWARÎ DIKEVIN

Meclîsa Aştiyê da zanîn ku pêvajoya çareseriyê xitimiye û destnîşan kir ku di pêvajoya ku diguherî muzakereyê de ji ber geşedanên pêk hatin 46 welatiyan jiyana xwe di bûyerên 6-7’ê îlonê de dest daye û hat gotin ku hêviyên der barê aştî û çareseriyê de şikestiye û pêşî li pêvajoyê hatiye girtin.

Meclîsê di berdewam daxuyaniyê de destnîşan kir ku  nîqaşên ku bi zimanekî sûcdar, tehdîdkar û biçûkxistinê tên meşandin pêvajoyê dixetimîne û  wisa xuyaye ku ne mumkune ev bên derbas kirin.

DIVÊ HDP Û HIKÛMET FORMULEKÊ BÊ DÎTIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hikûmet û heyeta Îmraliyê ya HDP’ê hat kirin k udi demeke nêz de bên cem hev û xitimîna heyî bi formolekê çareser bikin.

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê da zanîn ku ew dixwazin dest ji helwestên ku pêvajoyê zêdetir dikin zorê bedrin û di pêvajoya dawî de nîqaş û helwesta ku tê girtin tiştekî nade qezenckirin û got ew bi hev re dê wenda bikin.

Hat gotin ku avêtina pêngavan dê hesta baweriya bi civakê re û aliyan re ji nûve tesîs bike.  Hat gotin ku ji riya çareserî û aştiyê wêdetir rê tune.