Ji malbata Şêrzan Kurt ‘deng bidin dengê me’

Ji malbata Şêrzan Kurt ‘deng bidin dengê me’

Polîsê ku ciwanê Kurd Şêrzan Kurt qetil kir, piştî daxwaza cezayê muebetê ya ji aliyê Dadgeha Bilind ve wê careke din bê darizandin. Doz wê roja 4’ê mijdarê (sibe) pêk bê. Malbata Şêrzan Kurt got: “Em bang li wijdana gelên Tirkiyeyê dikin. Ji kujerên Şêrzan cezayên ku heq kirine bigirin deng bidin dengê me.”

Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya derbarê kujerê Şêrzan Kurt polîsê bi navê Gultekîn Şahîn betal kir, wê kujer careke din were darizandin. Ji bo polîsên kujer cezayên ku heq kirine bigirin, dayik û bavê Kurt Nejla û Omer Kurt bang li her kesê kir û destekê bidin rûniştina dozê ku wê sibê pêk bê.

Xwendekarê Kurd Şêrzan Kurt 11’ê gulana 2010 li Zanîngeha Muglayê tevî hevalên xwe li rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatin û polîsan di bûyerê de êrîşê xwendekarên Kurd kirin. Polîsê bi navê Gultekîn Şahîn nîşan li Şêrzan Kurt girt  û birîndar kir. Piştî ku 13 rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ma roja 24’ê gulanê jiyana xwe ji dest da.

Doza Şêrzan Kurt veguhestinbûn Dadgeha Yekemîn a Ceza ya bajarê Eskîşehîrê. Dadgehê roja 7’ê îlona 2012 de ji cinayetê 8 sal ceza da polîsê qatil û piştre heman dadgehê polîsê kujer Şahîn serbest berda.

Dadgeha Bilind biryara serbestberdanê ya dadgeha herêmî ya derbarê kujerê Şêrzan Kurt polîsê bi navê Gultekîn Şahîn betal kir û biyar da ku kujerê Kurt ji nû ve bê darizandin. Ji bo polîsên Tirk ên kujer cezayên ku heq kirine werbigirin, dayika Kurt Nejla Kurt û bavê Kurt Omer Kurt bang li her kesê kir û destekê bidin rûniştina dozê ku wê sibê pêk bê.