Ji Kadikoyê ji bo Berxwedana Kobanê silav

Ji Kadikoyê ji bo Berxwedana Kobanê silav

Piştevaniya Kobanê ya Kadikoyê ji Parka Mehmet Ayvalitaş heta îskeleya Kadikoyê meşek li dar xist û berxwedana Kobanê silav kir.

Di meşê de li gel alên YPG'ê posterên Suphî Nejat Agirnasli û Azîz Ursulendî hatin hilgirtin. Di çalakiya Piştevaniya Kobanê de bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Qatil DAIŞ, hevkar AKP", "Suphî Nejat dijî şer dike" "Heval Azîz nemir e", "Silav ji bo jinên li Rojava li ber xwe didin" û heta Îskeleya Kadikoyê berdewam kir.  Piştî meş gihişt îskeleyê, li ser navê girseyê Ahmet Ayva axaftinek kir.

Ayva da zanîn ku ew berxwedana Kobanê ya ku 48 roj in li dijî çeteyên DAIŞ'ê silav dikin û da zanîn ku ew ji bo şervanên YPG û YPJ'ê yên ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer dikin bûne yek dil. Ayva got: "Her kes baş dizane ku li pişt çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê û Rojava dikin hikûmeta AKP'ê heye" û bal kişand ser berxwedana bêhempa ya YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê.

Ayva bal kişand ser rewşa karkerên li navçeya Ermenek a Karamanê di kana komirê de asê mane û xwest ku Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk îstîfa bike.  Ayva got: "AKP li Tirkiye qetil dike û DAIŞ jî li Rojhilata Navîn gelan qetil dike."