Ji bo Kampanyaya ji Ocalan re Azadî civîn

Ji bo Kampanyaya ji Ocalan re Azadî civîn

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a "Ji Ocalan re Azadî" de li rêxistina DBP'ê ya navçeya Turgutlu ya Manîsayê civînek hate lidarxistin.

Endamê Platforma ji Ocalan re Azadî Ahmet Golge, Serokê DBP'ya Manîsayê Ahmet Ertaş û Serokê DBP'ya navçeya Turgutluyê Selahattîn Dagli tevlî civînê bûn û axivîn. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir.

Golge der barê kampanyaya îmzeyan de agahî da û da zanîn ku her çendî kampanya berdewam dike, lê têrê nake û rêxnedayina xwe da. Golge di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyaya ji Ocalan re Azadî û diyar kir ku ew dixwazin bi rêya komîsyonan bigihin hedefa xwe ya kampanyayê.