Ji bo azadiya Ocalan derî bi derî digerin

Ji bo azadiya Ocalan derî bi derî digerin

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li Yuregîr xebatên komkirina îmzeyan hat rêvebirin.

Rêxistinên DBP û HDP’ê, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li ser banga 3 rojan a seferbertiyê bi dehan welatiyên li Taxa 19 Mayis, formên îmzeyan kirin destên xwe, derî bi derî geriyan. Dilxwazan bi dirûşmayên “Bê Serok jiyan nabe”, îmze kom kirin.

Di xebata kampanyayê ya ji 7 salî heta 70 salî ku welatî beşdar bûn. Dilxwazên li her deriyan xistin, bi coş hatin pêşwazîkirin, di axaftinên xwe de gotin ku azadiya Ocalan azadiya tevayî gel û bindestan e, tê wateya aştî û demokrasiya li Rojhilata Navîn.

Hat ragihandin ku xebat wê 3 rojan bênavber bidome.