HDP wê sibê der barê pêvajoyê de daxuyaniyê bide
HDP wê sibê der barê pêvajoyê de daxuyaniyê bide
HDP wê sibê der barê pêvajoyê de daxuyaniyê bide
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku weke heyeta Îmraliyê ew ê sibê li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixin û bang li rayedarên hikûmetê bikin, ku pêvajoya çareseriyê ya hatiye sekinandin, bidomînin.
Bûldan bibîr xist ku hikûmetê piştî çalakiyên Kobanê yên 6-7'ê Cotmehê daxuyaniyên li ser rawestandina pêvajoya çareseriyê û xetimandina diyalogê daye û ragihandiye ku li gorî gengaziya bûyerên di 1'ê Mijdarê de rû bidin, pêvajo dibe ku rawestandî bimîne. Bûldan got, "Me duh dît ku mirovan di çarçoveya demokratîk de çalakiyên xwe lidar xistine. Bêyî bêvila kesekî xwîn bibe, her kesî peyama xwedîderketina li Kobanê daye. Lewma derbasbûna çalakiyên 1'ê Mijdarê bê bûyer, bê pirsgirêk û bêyî rijandina xwînê, hêviya me hemûyan bû. Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev hinceta hikûmetê ji holê rabûye û ji bo pêvajoya çareseriyê ji nû ve bi pêş ve biçe, careke din li rêbaza diyalogê vegerin."
Bûldan da zanîn ku ew ê di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de destnîşan bikin ku divê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tavilê pêk werin, ji bo pêvajoya çareseriyê careke din bikeve ser rêya xwe, ji rewşa sekinandî bê derxistin.
Pervîn Bûldan diyar kir ku li dû civîna çapemeniyê ew ê daxwaza hevdîtinê li rayedarên hikûmetê bikin û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, serlêdanê bikin.