HDP: Bi awayekî vekirî partiya me hedef hatiye girtin

HDP: Bi awayekî vekirî partiya me hedef hatiye girtin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, der barê êrîşa li avahiya partiya wan a Enqereyê ya li dijî endamê Meclîsa Partiyê Ahmet Karataş de daxuyaniyek weşand û got, "Ev êrîşa ku li navenda Enqereyê hatiye kirin, bi plan, organîze û rêxistinkirî ye. Bi awayekî vekirî partiya me hedef hatiye girtin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir, ku bi rojane partiya wan hedef tê nîşandan û îro danê sibê li Enqereyê jî êrîşeke plankirî rû daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Endamê Partiya Me Birêz Ahmet Karataş, îro danê sibê saet di 09:30 de li Avahiya HDP'ê ya Bajarê Enqereyê, rastî êrîşa bi kêrê ya kesekî hat. Êrîşkarê ku piştî Karataş ket hundirê avahiyê, endamê meclîsa me ya partiyê bi 6-7 derbên kêrê birîndar kiriye û piştre ji avahiya partiyê reviyaye" û hat ragihandin ku Karataş li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê tê tedawîkirin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê da zanîn ku ev êrîşa li navenda Enqereyê rû daye, êrîşeke plankirî, organîzeyî û rêxistinkirî ye û got, "Bi awayekî vekirî partiya me hedef hatiye girtin.

Ev êrîş, weke encameke kampanya lîncê ya bi rojane li hemberî partiya me tê meşandin, rû daye.

Daxuyanî û weşanên rayedarên hikûmetê, hin navgînên çapemeniyê û hin nivîskaran ên Hevserokê me, partiya me, parlamenterên me û rêveberên me hedef nîşan didin, tevî hemû hişyariyên me jî bênavber û bi awayekî rêk û pêk dewam kirine.

Êrîşa îro danê sibê, piştî vê kampanya lîncê û weşanên hedef nîşan didin, rû da. Ev vê êrîşa tarî, hêzên piştî vê êrîşê û yên bingeh ji vê êrîşê re amade kirine şermezar dikin, lanet dikin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bang li hikûmeta ku HDP hedef nîşan dide kir ku tavilê vê êrîşê ronî bike û got, "Divê êrîşkar û yên li pişt êrîşkar tavilê bên ronîkirin û radestî dadgeriyê bên kirin.

Li pêşberî vê rêveçûna xetere em careke din hikûmetê hişyar dikin û bang dikin ku dest ji vê kampanya lînçê berde. Ji endamê xwe yê Meclîsa Partiyê Birêz Karataş re şîfa xêrê dixwazin û hêvîdar in ku wê di dema herî nêz de vegere nava me. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li pêşberî van êrîşên nîjadperest hişyar û baldar bin."