Girtiyan li dijî zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Zext, zordarî û êşkenceya li Girtîgeha bi Tîpa M a Baybûrtê zêde bûne. Girtiyên jin ên li girtîgeha Baybûrtê ragihandin ku li dijî zext û zordariyê wan doh danê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û gotin, heta ku şert û mercên jiyanê yên li girtîgehê sererast bibin, wê greva birçîbûnê bidomînin.