Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja sêyemîn de ye

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku ji bo Ocalan û girtiyên nexweş bi armanca hişyarkirinê dest pê kir, îro diqede.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiyeyê, roja 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kiribûn.

Bi hezaran girtiyên siyasî bi rêya greva birçîbûnê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya li girtiyên nexweş.

Denîz Kaya bi navê girtiyan daxuyaniyeke nivîskî dabû û diyar kiribûn ku ji bo rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan ew dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a hişyarkirinê dikin.

'EM Ê TI CARÎ TAWÎZÊ NEDIN'

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, me li dijî êşkenceya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi salan li ber xwe dan û serî netewand. Faşîzma ku dixwest bi rêya zindanê gel tasfiye bike, çawa ku bi berxwedana 14'ê Tîrmehê têk çû, wê niha jî têk biçe."

Girtiyan gotibûn, "Em tecrîda li ser Rêbertî ti carî qebûl nakin" û diyar kiribûn ku hevalên wan ên nexweş ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Li  dijî her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê em ê ti carî tawîzê nedin û em ê li ber xwe bidin."