Girtin hatin protestokirin
Girtin hatin protestokirin
Girtin hatin protestokirin
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê xwedî li hevalên xwe yên ku hatin binçavkirin û girtin derketin. Xwendekaran da zanîn ku tevî zext û zordariyên li ser ciwanan jî wê serî netewînin. Derya Dogru li ser navê xwendekaran axivî û bang li hemû Ciwanan kir ku divê hemû ciwan li dora berxwedana Kobanê bibin xelekek ji agir.
Endamên Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) bi armanca xwedî li hevalên xwe yên ku bi hinceta tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne derkevin ,li ber Fakulteya Perwerdehiya Ziya Gokalpê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Xwendekaran pankarta ‘Ciwanên rêxistinkirî wê serî netewînin û biherikin azadiyê’ vekirin û dirûşmên ‘Dîcle wê ji faşîzmê re bibe gor’ ‘Kurdistan wê ji faşîstan bibe gor’ vekirin.
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û li ser navê xwendekaran Derya Dogru daxuyaniyek da û da zanîn ku qezencên gelê Kurd ên 40 salî, li Rojava şênber bûne ût ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêviya azadiyê. Dogru wiha got: “Pergala konfederalîzmê ya ku li kantonan ketiye jiyanê, bûye xewna bi tirs a TC. bi destê çeteyan êrîşê Kobanê dikin.
Dogru da zanîn ku di 1’ê Mijdarê de li Amedê mîtînga piştgiriya ji bo Kobanê pêk hatiye û piştî vê bi ser malan de serdegirtin pêk hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Dogru bi lêv kir ku xwendekar jî hatine binçavkirin û wiha got: “Dewleta TC û aliyên faşîst divê vê baş bizanin ku xiyalên wan ên têkbirina Kobanê û çewisandina ciwanan wê têk biçe.”