Gerîla li Solakê derbên giran li çeteyan xist-BI DÎMEN E-

Gerîla li Solakê derbên giran li çeteyan xist-BI DÎMEN E-

Hêzên HPG û YBŞ’ê di 1’ê mijdarê deli qada Solak a rojhilatê Çiyayê Şengelê operasyonek pêk anî. Di encama operasyonê de gelek amûrên leşkerî û cebilxaneya aydê çeteyan hate girtin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên YBŞ û HPG’ê di 1’ê mijdarê de li qada Solak operasyon pêk anîne.

Navendê da zanîn ku di çalakiyê de gelek endamên çeteyan mirine û birîndar bûne û wiha got: “Di operasyona ku hêzên gerîlayan pêk aniye de gelek amûrên leşkerî yên aydê çeteyan hatine desteserkirin û amûrên leşkerî û cebilxane hatine girtin.

Amûr û cebilxaneya hatine bidestxistin wihane:

Roketavêjek bi destan hatiye çêkirin
Hawaneke 60’î
Lingê hewaneke 82’î
82 roketên hewanê ya 24 hebî
1500 guleyên BKC
250 guleyên kaleşnîkofê û şarjor
6 bombeyên destan
2 heb durbunên rojê û du heb yê şevê
Amûrek
3 mayîn
2 telefon û gelek amûrên jiyanê.