EUTCC û Peace Camping Kurdistan spas kirin

EUTCC û Peace Camping Kurdistan spas kirin

EUTCC, Peace Camping Kurdistan, ji ber tevlîbûna li çalakî û meşên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, spas kir. Di nameya spasdariyê de hat gotin, "Ev çalakiyên hatine lidarxistin, di heman demê de bersivek li projeya xweseriya demokratîk a li Rojava û daxwazên gelan ên ji bo Sûriyeya demokratîk û azad e."

EUTCC û Peace Camping Kurdistan, ji beşdarên çalakî û meşên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê spas kir. EUTCC û Peace Camping nameyek weşandin û li gelemperiya cîhanê daketina kolanan a bi sed hezaran mirovan bi teqdîreke mezin pêşwazî kir.

Hat destnîşankirni ku çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, di heman demê de bersivek li projeya xweseiya demokratîk a li Rojava û daxwazên gelan ên ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk in.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li 5 parzemînan, 40 welatan û 206 bajaran çalakiyên aştiyane hatin lidarxistin" û hat ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê xwestiye bi provokasyonan pêşî li vê bigire, lê sedema bi serneketina van provokasyonan hişyarî û hestyariya gel e.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku rewşeke dîrokî ye ji bo Kurdan yekemcar li gelemperiya cîhanê çalakiyên hevpar tên lidarxistin û hat gotin, "Ev çalakiyên li gelemperiya cîhanê, li dijî DAIŞ'ê tê wateya yekîtiyê, yekîtiya cîhanê."

Di nameyê de hat diyarkirin ku ev yek bi taybetî helwestek li dijî karakterê dijminê mirovahiyê, dijminê azadiyê yên DAIŞ'ê ye û hat gotin, "Ji ber vê yekê, em ji her kesên beşdarî meşên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê yên ji bo Kobanê, ji bo mirovahiyê bûne û yên di vî warî de bang kirine re spasiyên xwe pêşkêş dikin. Bi taybetî em spasiyên xwe pêşkêşî Noam Chomsy, Xwediyên Xelata Aştiyê Dario Fo, Demond Tûtû, Ramos Horta, Adolfo Erez Esquivel, bi sedan siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkavanên mora xwe avêtine binê vê bangê, dikin."

Di nameyê de hat ragihandin ku piştevaniya her kesî ya ji bo Kurdên li Kobanê û Rojava, di warê warê gerdûnî de nîşaneya serhildaneke demokratîk, însanî û wekhev e û hat gotin, "Em ji her kesî dixwazin, ku ji niha û pê ve jî ji bo gelê Kurd û berxwedêrên Kurd ên leheng ên li Kobanê desteka xwe dewam bikin."