'Em ê xiyanetê li xaka xwe nekin'
'Em ê xiyanetê li xaka xwe nekin'
'Em ê xiyanetê li xaka xwe nekin'
Li dû êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê li hemberî Şengalê, gelek ciwanên Êzidî ji bo parastina xaka xwe tevlî nav refên YBŞ û YPG'ê bûn. Tolhildan Cangorî yê 22 salî jî yek ji van e.
Cangorî da xuyakirin ku ji bo xiyanetê li xaka xwe neke ew tevlî nav refên HPG'ê bûye û got, "Namûsa me xaka me ye. bi hezaran jin li vê xakê hatin revandin, me berdêl dan. Em ê li vê xwîna hatiye rijandin xiyanetê nekin. Ev xak bi xwînê hatiye avdan. Tovê vê xakê xwîn e, fêkiyê wê jî dê azadî be."
Cangorî der barê berxwedana li Şengalê de axivî û got, "Divê hemû keç û xort destekê bidin vê berxwedanê, tevlî refên parastinê bibin û xaka xwe biparêzin." Cangorî bal kişand ser berxwedana hêzên YPG û YBŞ'ê û got, "Berxwedana me rizgariya me ye, wê rizgariya gelê me be."
Cangorî da zanîn ku bi hezaran mirov li çiyayê Şengalê di şert û mercên zehmet de dijîn û got, "Li aliyekî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li aliyê din jî mercên zehmet ên xwezayê jiyanê zehmet dike. Eger ji mirovên li Şengalê re alîkarî neçe, komkujiyeke duyemîn wê ji ber van mercên zivistanê rû bide."
Cangorî bang li tevahiya mirovahiyê kir ku bi berpirsyarî rabin û got, "Zivistan hat û jiyana li wan çiyan zehmet e. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û alîkariyê bide vî gelî. Ewqas mirovên me di komkujiyê re derbas bûn, tevahiya cîhanê xwe ker kir. Qet nebe vê carê destê xwe yê alîkariyê dirêjî van mirovan bikin. Alîkariya ji bo van mirovên li çiyê, alîkariya li mirovahiya xwe ye."