Doza Abdullah Comert sibe li Balikesîr e

Doza Abdullah Comert sibe li Balikesîr e

Doza Abdullah Comert ê di çalakiya bi armanca berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da wê sibe li Edliyeya Balikesir pêk bê.

Doza Abdullah Comert ê di çalakiya piştgiriya ji Berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da, wê sibe li Edliyeya Balikesîr pêk were. Doza Comert ê 22 salî ji ber sedema ewlekariyê 5. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind dosya şandibû Balikesîr.

Beriya rûniştina dozê xizm û hezkiriyên Comert bi rêya tevna civakî banga piştgiriyê kirin. Çavlirê ye sibe saet 13.00’an Platforma Demokrasî û kedê ya Balikesîr li ber edliyeyê dazuyaniyeke çapemeniyê bide.