'Divê şert û mercên karkerên jin ên çandiniyê bên sererastkirin'
'Divê şert û mercên karkerên jin ên çandiniyê bên sererastkirin'
'Divê şert û mercên karkerên jin ên çandiniyê bên sererastkirin'
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan daxwaz kir ku şert û mercên karkerên çandiniyê yên jin bê sererastkirin.
Meclisa Jinan a HDK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn k udi 10 mehên salê de 64 karkerên çandiniyê 101 karkerên jin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û got divê şert û mercên xebatê bên sererastkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li navçeya Yalvaç a Ispartayê di encama qulipîna mînîbusê de 15 karkerên jin bi giştî 18 karkerî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Di mînîbusa ku divê 27 bimana de, 47 kes hatibûn siwar kirin. Ya li Ispartayê pêk hatiye ne qezayei cînayeta kare. Karkerên çandiniyê jî bi erzanî tên xebitandin û li şûna serwîsan kaseyên kamyonetan, romorkên traktoran tên bikaranîn û ev jî ji cînayetan re vexwendiyê vedike.
DI ŞERT Û MERCÊN BÊ EWLE DE TÊN XEBITANDIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi taybet karkerên çandiniyê yên jin wek hêza kar a herî erzan tê bikaranîn û di nava şert û mercên bê ewle de tên xebitandin.
Her wiha hate destnîşna kirin ku divê dawî li xespkirina keda karkeran bê dayîn. Meclisa Jinan a HDK’ê daxuyand ku dê bi hemû rêxistinên jinan re bibin şopdarê cînayetên kar.