Dewleta Tirk agir berda çiyayê Metînayê

Hate ragihandin ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Çiyayê Metînayê agir bi herêmê ketiye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 11:00 de bi balafirên şer bombe li Çiyayê Metînayê barand ku li navçeya Amediyê ya Dihokê ye.

Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê şewateke mezin li qadê rû daye, lê belê tîmên parastina sivîl ên Herêma Kurdistanê hîn jî ji bo vemirandina şewatê tiştek nekirine.

Dewleta Tirk a dagirker rojên dawî êrişên li ser Çiyayê Metînayê zêde kir û gelek leşker, çekên giran û wesayitên zirxî li herêmê bi cih kir. Ji ber êrişan gelek gund hatin valakirin. Bexda û Hewlêr li hemberî dagirkeriya Tirk hîn jî xwe li bêdengiyê datînin.