BI DÎMEN

Di çalakiya li Cenevreyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin

Kurdistaniyên ku 42 meh in her hefte li pêşiya Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, bang li CPT, NY û KE’yê kirin ku li dijî pergala tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”,  her Çarşemê li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye çalakiya rûniştînê tê lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, bi axaftina Ramazan Kizilkurt ê ji Komîteya Çalakiyê destpê kir.

Ramazan Kizilkurt bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê girtin û wiha got: “Em Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn, bi çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza pêkanîna azadiya Rêber Apo 41 meh in dewam dike, bang li saziyên navneteweyî dikin. Tecrîda ku li Îmraliyê li dijî Rêber Apo hatiye kûrkirin, zêdeyî 40 meh in dewam dike. Saziyên navneteweyî erkên xwe yên ji bo Rêbertiya me ku 40 meh in ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe nikare hevdîtinê bike, bi cih naynin û bêdeng dimînin. Saziyên navneteweyî bi taybet Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), NY û Konseya Ewropayê berpirsyar in ku li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê ku li dijî mafên mirovan e, rabin.”

Endamê Komîteya Çalakiyê Ramazan Kizilkurt anî ziman ku ewê gelê Kurd heta tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd azad bibe, li qadan bin.

Piştî daxuyaniyê metna çapemeniyê hate xwendin. Çalakî di saet 17:00’an de bi dirûşmeyan bi dawî bû.