Li Bolognayê eleqeyekî mezin nîşanî konsera ji bo Rêberê Gelê Kurd hate dayîn

Rêze konserên ‘Tempo de Sperenza’ (Dema hêviyê) ku sala borî li Îtalyayê destpê kiribû, roja Sêşemê li Bolognayê bi tevlîbûneke mezin dewam kir.

Li Brescîa, Mîlano, Alessandrîa û Romayê konserên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Weke berdewamiya rêze konseran li bajarê Bolognayê jî konserek hat lidarxistin.

Qada konserê ku bi organîzasyona RETE Kurdistan, Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê a Îtalyayê û hunermendên Îtalyayî ve hate lidarxistin, bi alên PKK, YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Konsera ku bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê pêk hat, eleqeyekî mezin dît. Di konserê de beşên ji parastina Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Ji organîzatorên konserê Domenîco Mucîgnat diyar kir ku ew fikrên Abdullah Ocalan yekem car di sala 1998’an de dema hatiye Îtalyayê nas kiriye û wiha got: “Ji wê rojê pêde ji bo ku demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û fikrên wî belavî cîhanê bide, çi ji destê min tê dikim. Abdullah Ocalan ji bo me hemûyan rêberekî felsefîk û polîtîk e.”

Mucîgnat paradîgmaya konfrderalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan weke mihteşem nirxand û got: “Rêya jiyana aştiyane a civakan konfederalîzma demokratîk e. Em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bidomînin.”

Hunermend û nivîskar Pîerpaola Copvîlla jî wiha got: “Ocalan fêrker e. Ocalan ne tenê siyasetmedar e, di heman demê de ramanwerekî mezin ê weke Antonîo Gramschî ye. Fikrên Ocalan mihteşem in. Konfederalîzm forma nû ya sosyalîzmê ye, sosyalîzma serdema me konfederalîzma demokratîk e.”

Copvîlla diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan di astekî pir pêşketî de ne û got, “Hêvîdar im ku Ocalan demildest were berdan. Em Abdullah Ocalan li kêleka xwe dixwazin, ji ber ku kesekî dirust e.”