Çend wêne ji wargeha ji konan

Çend wêne ji wargeha ji konan

Berxwedana Kobanê di roja 50. de ye. Ji 7 heta 70 salî hemû Kobaniyî, li her derê û her demê bi berxwedanê jiyana xwe dihûnînin. Kobaniyî ji bo vegerê, ti carî bêhêvî nînin.

Gelê Kurd ku gelê kevnare yê Mezopotamyayê ye lê bi hezaran salan li ser xaka xwe "bênasname" hatine hiştin, bi nasnameya xwe ji bo jiyanê li ber xwe dide. Bi hezaran kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê neçar man cih û warên xwe biterikînin, li wargehên ji konan ên li Pirsûsê bicih bûn. Gelê Rojava yê bi dayîna berdêlan ber bi azadiyê ve dimeşe, ji bo tevahiya gelên cîhanê ji hovîtiya DAIŞ'ê biparêz e, ev 50 roj in li Kobanê şer dike, li Pirsûsê jî li wargehên ji konan bi jin, zarok, temendirêj, mirovên nexweş têkoşîna ji bo jiyanê dimeşînin.

Li Wargeha Arîn Mîrxan, zarokên ber destê sibê diçin konê perwerdeyê, bi gotina "Rojbaş" dest bi rojê dikin.

 

Jinên bi emir ên dest û rûyê xwe yê bi deqê nekişandî dişon, zarokên bi pîxwasî li nav kolanên bi herî yên li wargehê digerin...

Jinên ku bi paqijkirina pêşiya konên xwe dest bi rojê dikin, hewl didin ava baranê ya li hundirê kon derxînin. Li dora taştê her kes dicivin û mîna her carê dengê zarokan li derdorê belav dibe...

Ji bo zarokan kêfxweşî, lê ji bo dayikan zehmetî ye, herî..

Jin û mêrên temendirêj ên li goşeyeke kon rûniştine, tûtina qaçax a bi xwe re anîne dipêçin û qewhê didin hev...

Dildarên ji gelek bajar û welatan hatine, ji bo vedana konan dikevin nava hewldanan...

Rûyê herî rengîn ê Wargeha Arîn Mîrxan Elî ye. Ciwanê ku ji aliyê mejî ve astengdar e, berî her kesî mêvanên tên wargehê pêşwazî dike...

Mirovên temendirêj ên şahidên şer û êşên giran, nahêlin rondik ji çavên wan bibarin. Kalê bi gopal, ji bo ciwanên Kurd ên li Kobanê şer dikin dua dike û her roj bi hêviya vegerê dijî.

Jin bi ava li ser êgir kelandiye hewl didin zarokên xwe yên bi rojane nehatine şuştin di binê kon de bişon...

Pîreke bi emir a rûyê balîfokê didirû û bi ken dibêje, "Min ta û derziyê xwe ji Kobanê anî."

Jinên Kobaniyî yên hewa xweş weke firsendê dibînin, li Deşta Pirsûsê gihayên kêrhatî yên di payîzê de şîn dibin, kom dikin. Giha destpêkê tên şuştin, dûre ji bo kelandinê datînin ser agir. Piştî ku bêhna giha li derdorê belav dibe, hejmara zarokên li dorê dicive, zêde dibe...

Bi banga "Wê merasîma cenaze bê lidarxistin" her kesên li wargeha ji konan, ber bi Goristana Pirsûsê ve dikevin ser rê. Bi hêviya azadî û vegerê zarokên xwe vedişêrin.