Bûlût, Şengalî, Xerîb û Mahîr li Stockholmê hatin bîranîn

Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Gokhan Bûlût (Hamza Tolhildan), Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û Atakan Mahîr li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek der barê jiyan û têkoşîna çar şehîdan hate nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Selanîk Oner anî ziman, Hamza Tolhildan, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û Atakan Mahîr ên di demên cuda de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji ber ku sembolên yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bûn bi taybetî bûn hedefa dewleta Tirk.

Oner diyar kir ku dewleta Tirk bi komkujiyan nikare Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan lawaz bike û bi bîr xist, di demên derbasbûyî de jî her ku kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd hatin qetilkirin tevgera azadiyê têkoşîna xwe xurtir kir.

Xwişka Diyar Xerîb Şîlan Xerîb jî got, ew serbilind in ku kekê wê di nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya û gihîşt asta şehadetê.

Şîlan Xerîb diyar kir ku Diyar Xerîb ne şehîdê destpêkê yê malbata wan e, di sala 1991'ê de dema ku Kerkûk hate azadkirin kekê wan ê herî mezin gihîşt asta şehadetê û got, "Kekê min Diyar rê nîşanî me dida ku em di nava têkoşînê de bin. Bi saya wî bavê min bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû."