Bûldan: Di rojeva AKP’ê de diyalog û çareserî tune

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di rojeva AKP’ê de aştî, diyalog û çareserî tune.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dagirkeriya qeyyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji ANF’ê re nirxand. Bûldan bal kişand ser daxuyaniyên dawîn ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku operasyona qeyyûman piştî daxuyaniyan hate kirin.

Bûldan diyar kir ku divê pêşniyaz û perspektîfên Ocalan ên li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn were nirxandin.

‘DESTHILATDARIYÊ ÇAVÊ XWE BERA ŞER DAYE!’

Bûldan diyar kir ku desteserkirina şaredariyên HDP’ê pêvajoyeke bi plan û organîze daye destpêkirin û derketiye holê ku Tirkiyeyê helwesta xwe ya ji bo şer didomîne. Bûldan got ku “Ev ne nû ye, di dîroka Tirkiyeyê de her dem şer hatiye tercîhkirin û bi gelê xwe re aştî nekiriye. Lê di her hevdîtina me ya bi Ocalan re, Ocalan qala aştiyê dikir.”

Bûldan diyar kir ku heke Kurd tune werin hesibandin wê tu kêşe neyên çareserkirin û got “Di heman demê de tişta ku îro pêk tê, bandoreke têkçûna polîtîkayên wan ên Sûriyeyê ne. Ew ketine nav lîtavekê û li rêya rizgarkirinê digerin. Bi desteserkirina îradeya gelê Kurd hewl didin xwe rizgar bikin. A niha derfet heye ku ji bo aştî û diyalogê bi Kurdan re bicivin lê AKP vê rêyê tercîh nake. AKP a niha aştiya bi Kurdan re û çareserî nexistiye rojeva xwe. Di rojeva AKP’ê de niha ne aştî, ne diyalog û ne jî çareserî heye. Heke îro tiştekî wisa hebûya wê qeyyûm li ser şaredariyên me nehatina peywirdarkirin û ew ev neheqî û bêhiqûqî pêk nehata.”