Bi zaroka di hembêza xwe de pê li mayinê kir

Bi zaroka di hembêza xwe de pê li mayinê kir

Cemîle Şêxo ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê dixwest derbasê Tirkiyeyê bibe dema ku ji sînor derdiket yek di hembêza wê de bi 5 zarokên xwe re pê li mayinê kir. Şêxo ya ku niha li konan li ber xwe dide da zanîn ku tenê ew li zarokên xwe di fikire û wiha got: "Ez bê pê nikarim tiştek bikim. Zarokên min hîn biçûk in. Em ji mal û warê xwe dûrketin niha derdê min ê herî mezin ew e ku ez nikarin hewcedariyên xwe pêk bînim." 

Wekî her şerî dîsa di êrîşên li hemberê Kobanê de herî zêde jin mexdûr dibin. Cemîle Şêxo jî yek ji wan jina ye ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê mal û warê xwe terikand bi 5 zarokên xwe ve berê xwe da xerîbiyê. Şêxo dema ku dixwest ji sînor derbasê Tirkiyeyê bibe yek di hembêza wê de bi 5 zarokên xwe ve pê mayinê kir. Şêxo ya ku meh nîvek ewil ji herema Tilşeirê derbasê Tirkiyeyê dibû û pê li mayinê kir û lingê xwe yê rastê di bin çokê de winda kir. Tişta ku Şêxo niha bi dinyayê ve girê dide, zarokên wî ne û 5 zarokên xwe di fikire. 

Cemîle Şêxo ya ku niha li Elîgor a Pirsûsê di konê Arîn Mirxan de dimîne serpêhatiyên xwe parve kir. Şêxo ragihand ku ew di encama êrîşên çeteyan de 3 şevan li çolê mane û got ku dema ew di sînor de derbas bûye li nuqteyeke nêzikê sînorê Tirkiyeyê pê li mayinê kiriye. Şêxo ragihand dema teqîna mayinê zaroka wê ya herî biçûk di hembezê wê de bû, destê zarokî wê jî di destê wî de bûye û got ku zarokê wê bi şansek mezin tenê bi birinên biçûk ji teqînê xilas bûne. Şêxo ragihand ku lingê wê di bin çokê de hatiye jêkirin û wiha got: "Hindik ma bû ku em her sê jî bimirin" Şêxo ragihand ku zarokê wê yê herî mezin 15 salî ye yê herî biçûk jî yek saliye û got ku derdê wê herî mezin hewcedariyên zarokên wê ne.