Beştaş: Gelo mebest ev bû?
Beştaş: Gelo mebest ev bû?
Beştaş: Gelo mebest ev bû?
Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan çûn avahiya HDP’ê ya Enqereyê ku endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş lê hate birîndarkirin, lêkolîn kirin.
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê Keskê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, çûn cihê ku Ahmet Karataş lê hat birîndarkirin û der barê bûyerê de lêkolîn kirin. Beştaş daxuyaniyek da û diyar kir ku delîlên ku êrîşkar bidin girtin hene û destnîşan kir ku di bûyera êrîşê de delîl hatine tinekirin û wê destûr nedin vê.
Beştaş daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hat dayîn bibîr xist û got, "Duh Bulent Arinç got; em naxwazin li encaman bifikirin. Gelo mebest ev bû? Em dizanin kê bingeh ji vê êrîşê re amade kirine."