Beşdarî El Nûsra bûn!
Beşdarî El Nûsra bûn!
Beşdarî El Nûsra bûn!
Tê gotin ji hêzên çekdar ên li dijî rejîma Baas a Sûriyeyê xwe birêxistin kirin Hereket Hazm û Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê, li dû êrîşa Îdlibê tevlî nav El Nûsra bûne. Baskê El Qaîde yê Sûriyeyê El Nûsra der barê mijarê de ti daxuyanî neda, lê belê çavkaniyên herêmî van agahiyan piştast dike.
Hat ragihandin ku komên ser bi hêzên çekdar Hereket Hazm û Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê, piştî êrîşa El Nûsra ya li Îdlibê bi çekên xwe teslîm bûne.
Çekên NATO'yê careke din ket destê Îslamiyên tund, El Qaîdeyê. Bi teslîmbûna her du rêxistinan re çekên NATO'yê fuzeyên GRAD û TOW antî-tank ketin destê El Nûsra.
TANKSAVAR KETIN DESTÊ EL NÛSRA
Milîtanên Hereket Hazm bi çek û depoyên çekên xwe teslîm bû û Nûsra ya bi dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan û êrîşa li dijî Serêkaniyê navê xwe da bihîstin, biryargeha Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê Deyr Sînbal bi dest xist.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku Hereket Hazm bêyî fîşekekê biteqîne li Îdlibê teslîmî El Nûsra bûye û li Helebê jî rêxistinên Artêşa Mucahîd, pêkhateyên Eniya Îslamî, Hereket Hazm û El Nûsra peymana agirbestê mor kirine.
Ji Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê Cemal Marûf di hevpyevîna xwe ya ji bo Independent de diyar kir ku ew li hemberî El Qaîde şer nakin, ev yek ne pirsgirêka wan e. Marûf her wiha li xwe mukur hatibû ku bi Eniya Nûsra re jî çekan parve dikin.