BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 42'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 42'an de ye. Artêşa Tirk a derbê ji YPG/YPJ'ê dixwe êrîşî sivîlan dike. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 42'an de ye. Artêşa Tirk a derbê ji YPG/YPJ'ê dixwe êrîşî sivîlan dike. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.
23:42
Artêşa Tirk a dagirker kul i Cindirêsê li sivîlan da, 8 kesên di êrîşê de şehîd û 12 kesên birîndar bûn rakirin navçeya Reyhanli ya Hatayê.
23:09
Helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser gundên Ramadiyê û Hemîlkekê ya navçeya Cindirês a Efrînê dibarîne.
22:28
Dîmenên kêliya wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyê wê ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve tê teqandin hate parvekirin.
18:56
Şervanên YPG/YPJ'ê û QSD'ê êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê ya ku bi rojan li ser gundê Bedîna ya navçeya Mabata ya Efrînê didomand şikandin, di êrîşê de herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin.
18:53
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê Ragihand ku 26 leşkerên Tirk û bi dehan çete hatine kuştin.
18:36
Li gundê Gewada yê Racoyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyê wê rûxand. 7 leşker û çeteyên li nav wesayîtê hatin kuştin...
18:05
Şervanên YPG,YPJ û QSD′ê li eniya Mabatayê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Bedîna yê herêma Raco ya Efînê şikandin.
17:51
Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve di van kêliyan de gundê Beîna ya navçeya Reco ya Efrînê toparan dike. Dîsa balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Umera ya Mabata ya Efrînê dibarîne.
16:09
Çeteyên OSO yên li Sûriyeyê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, talankirina malan didomîne. Çeteyên ku rojên borî dema mirîş didiziyan hate parvekirin, niha jî dest bi dizîna panelên elektirîkê dihilberîne kirine.
15:12
12:54
Li herêma navbera gundên Dimiliya û Bedîna yên Mabetayê şerekî dijwar diqewime.
12:52
11:42
Êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li gelek eniyan didome. Şervanên YPG/YPJ duh bi çarçoweya parastina rewa bersiv da êrişên dagirker û di encamê de bi dehan leşker û çete hatin kuştin. Artêşa dagirker jîgehên sivîl dike hedef.
10:36
10:35
Li gundê Masekayê şer giran e
Li gundê Maseka yê navçeya Raco ya Efrînê di navbera artêş/çeteyên Tirk û hêzên YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Di şerê duh bi şev de bi dehan leşker û çeteyên Tirk hatibûn kuştin.
10:35
10:35
10:35
10:35
10:34
10:34
10:34