ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

Rêxistina Amedê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li ber Edliyeya li Amedê daxuyaniyek da û xwest, girtîgehên bi 'tîpa bîrê' bêne girtin û girtiyên siyasî bêne berdan.

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê li pêşiya edliyeyê bi dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan, girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin û girtiyên siyasî werin berdan” daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxisitnên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li bûn.

Endamê Rêxistina ESP’a Amedê Muhammed Altinkaya da zanîn ku 43 girtîgehên bi tîpa Y, S û bi ewlekariya bilind hene û ev girtîgeh weke girtîgehên “tîpa bîrê” pênase kir. Altinkaya, diyar kir ku girtiyên li van girtîgehan dimînin di hucreyên hewşa wan tune û yên ji bo kesek an jî sê kesan hatine amadekirin, pacên wan tune ku ronahiyê nabînin, bi kamerayan tên şopandin, mafên sihbet û civakîbûnê hatine binpêkirin û hwd. tên ragirtin.

Altinkaya, xwest ku ev girtîgehên “bi tîpa bîrê” bên girtin, dawî li tecrîd û îzolasyona ser girtiyên siyasî were anîn, polîtîkaya sirgunkirinê were bidawîkirin û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Altinkaya, xwest girtiyên nexweş û yên siyasî bên berdan.

Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî got ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ewil divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin. Beycan Taşkiran, got: “Heta TMK neguhere, şert û mercên xebatê yên azad ên birêz Ocalan neyê avakirin û girtî neyên berdan, em nikarin qala aştiyê bikin.”

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jî got ku kurê wê li Girtîgeha Kirşehîrê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û xwest aştî pêk bê.

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Ji girtiyên siyasî re azadî”, “Na ji tecrîdê re, azadî ji girtiyan re” û “Girtiyên nexweş berdin” bi dawî bû.