Xaça Sor: Rewşa li Efrînê bandorê li xebatên tenduristiyê dike

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyeyî bi daxuyaniya dayî,bal kişand ku di êrîşên li ser Efrînê de xebatkarên tenduristiyê jî birîndar bûne, anî ziman ji ber êrîşan gelek  mirovên pêwîstî bi alîkariyê hene li hinek herêman asê mane.

 Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC), têkildarî alîkariya mirovî ya gihandî Efrînê îro daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku konvoya ji 29 wesayîtan pêk tê ku alîkariya ji bo 50 hezar mirovî ye hatiye radestkirin, bal hate kişdandin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk mirovên li Efrîn û herêmê dijîn mexdûr in.

‘XAÇA SOR JI BÛYERÊN LI EFRÎNÊ DIQEWIMIN BI FIKAR E’

“Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, ji rewşa heyî ya li herêmê li ser sînorên Efrîn, Sûriye û Tirkiyeyê diqewimin bi fikar e” di daxuyaniya ev tişt têde hate goitn de, hat destnîşankirin ku xebatkarên tenduristiyê yên li Efrînê bi derfetên xwe yên sînordar  alîkariya mirovên tên hedefkirin, dike.

XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ JÎ TÊN HEDEFKIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek mirovên pêwîstî bi alîkariya tibî heye, ji ber sedema êrîşan li herêmên diyar asê mane, û ev tişt hate gotin: “Li herêmê tenê 4 nexweşxane kar dikin. Xebatkarên tenduristiyê ji ber sedema êrîşan, windahiyên zêde tên ji ber vê yêkê di şert û mercên gelek zor de li ber xwe didin. Ji ber rewşa heyî xebatkarên tenduristiyê jî zerer dibînin.”

Di daxuyaniya Xaça Sor de hat diyarkirin, bi awayek lezgîn daxwaz kirine ji bo bigihin Rojhilatê Gûta ya li benda alîkariyê ye û divê rayedar di vê xalê de bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber sedema nebûna çareseriya tibî ya li herêmên Sûriye hê jî mirov jiyana xwe ji dest didin, Xaça Sor bang li aliyên şer dikin kir ku ji bo dawî li vê êşê bînin, divê rêyên siyasî pêşbêxin.