QSD`ê bilançoya roja 41’an eşkere kir

QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya berxwedana Efrînê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya roja 41’an eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve welatiyên sivîl û jîngehên wan dikin hedef û tobparan dike.

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ya ji bo gelemperiya Sûriyeyê, artêşat Tirk êrîşên xwe yên dagirker yên li Efrînê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Li ser vê yekê em neçar man ku di çarçoveya erka xweparastinê de bersiv bidin êrîşan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"CINDIRÊSÊ

Ev çend roj in artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî hemû cûreyên çekan, hewl didin bi pêş ve werin. Di vê çarçoveyê de, gundên Remadiye û Hemîlka duh di saetên piştî nîvor ta sasetên êvarê rastî topbaranê hatin. Di encamê de zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

MABATA

Artêşa Tirk a dagirker gundên vê eniyê topbaran kir û taybet gundê Mîrkan bi awayekî dijwar topbaran kir. Di encamê de, sivîlek şehîd bû, sê sivîlên din jî birîndar bûn.

Di saetên şevê de, balafirên artêşa dagirker gundê Beîdin bombebaran kir. Paşê, artêşa dagirker bi balafir û topavêjan êrîşî gundên şer lê rû didin, kir.

RACO

Di saetên sibê de, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran li derdora gundê Cengê rû da. Şer ta vê kêliyê dewam dike.

Her wiha di saetên sibê de, balafirên şer ên artêşa dagirker gundê Hec Xelîl bombebaran kir. Di encamê de, sivîl şehîd û birîndar bûn. Paşê, balafiran gundê Hobka bombebaran kir.

Di heman wextê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan di aliyê gundê Bilîlka bi pêş ve wer in. Hêzên me bersiv dan û li gund heta niha şer dewam dike. Her wiha li gundê Cela jî şerên giran ta vê kêliyê dewam dike. Li her du gundan, di demeke ku şerê giran rû didan, helîkopterên artêşa dagirker êrîş kirin. Hêzên me, li helîkopterekê xistin, lê nekete xwarê. Helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li gundê Elîbîska jî hêzên me panzêreke artêşa dagirker û çeteyên wê rûxandin.

BILBILÊ

Li gundê Baxçe jî artêşa dagirker û çeteyên wê hewl dan bi pêş ve werin, lê hêzên me berisv dan û heta niha şer dewam dike.

ŞIYÊ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji vê sibê de gundê Erendê bombebaran dike. Bombebaran heta niha dewam dike."