23:15
Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran bombeyan li ser Gundê Çema yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê dibarîne...
23:12
Êrîşên artêşa Tirk a li ser Efrînê dewam dike. Artêşa dagirker, bi çekên giran herêma Meydankê ya Efrînê bombebaran dike. Di bombebaranê de , kesek şehîd bû, kesek jî birîndar bû.
22:24
Artêşa Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe îro li Efrînê derbên giran xwarin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin gelek kûştî û birîndar hene. Dewleta Tirk hê windahiyên xwe diyar nekiriye. Li bendê ye ku QSD daxuyaniyek fermî bide.
21:50
Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Omera ya navçeya Şera ya Efrînê wesayîteke din a leşkerên Tirk û çeteyên wê hate teqandin…
20:48
Li Gundê Gewende şervanên YPG/YPJ'ê wesayîteke doşka li ser barkirî rûxandin...
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmen parve kir....
19:02
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenên kêliya wesayîta leşkerî ya Tirk a li Efrînê ji aliyê şervanên TKE«/L û BOG’ê ve tê teqandin parve kir.
18:21
Berdevkê QSD’ê Gabriyel: Tirkiye biryara agirbestê binpê dike
Berdevkê Fermî yê QSD′ê Kîno Gebriyel diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û alîgirên wê, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya li ser agiresta ji bo mehekê binpê dikin.
17:37
Li Racoyê gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Di şerê giran ên li Girê Bilika yê Raco yê navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de dewam dike, 3 JOH û PHJ jî di nav de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
Her wiha li gundê Gewenda yê Racoyê de şervanên YPG/YPJ’ê wesayîteke leşkerî ya doşka li ser barkirî rûxandine û di şerê li gundê Meydankê dom dike de jî gelek çete hetine kuştin.
16:58
Ji 20’ê Çile heta 1’ê Adarê 207 sivîl li Efrînê şehîd bûne
Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê hejmara sivîlên şehîd û birîndar ên ji roja yekem ên êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê eşkere kir. Di êrîşan de heta niha 207 sivîl jin û zaroj jî di nav de şehîd, 602 sivîl jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayî: ʺDi encama bomberdûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji roja 20’ê Çile heta 1’ê Adarê 28 zarok, 23 jin bi giştî 207 sivîl şehîd, 73 zarok, 82 jin bi giştî 602 sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha konvoya Xaçe Sor a Navneteweyî ku ji bo alîkariya mirovî bigihîne Efrînê jî ji aliyê artêşa Tirk ve êrîşek li ser hate kirin.”
16:47
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya roja 41’an eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve welatiyên sivîl û jîngehên wan dikin hedef û tobparan dike.
16:38
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ragihand ku konvoya alîkariya mirovî ya ji bo Efrînê ketibû ser rê gihişte cihê xwe.
16:08
Cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin
Bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi merasîmeke heybet li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin.

15:29
Dîmenê teqandina wesayita leşkerî ya li Raco
Şervanên YPG û YPJ'ê li gundê Elbîzka yê navçeya Raco ya Efrînê wesayiteke leşkerî ya hêzên dagirker teqandibûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê vê çalakiyê weşand.
15:22
Li gundên Bililka û Cela yên navçeya Racoyê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêş/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin, helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk li şervanên YPG/YPJ'ê yên li herêmê reşandine û şervanan jî derb li helîkopterekê xistine.
14:10
14:00
12:24
12:00
12:00
12:00
11:59