Vaye lîsteya çeteyên ku tenê di rojekê de hatine kuştin
Çeteyên OSO ku di êrîşên dagirker ên Efrînê de cih digirin di 43 rojan de gelek ji wan hatin kuştin. Li gorî lîsteya ku ANF’ê xwe gihandiyê, tenê 24’ê Sibatê 47 çete hatin kuştin.
Çeteyên OSO ku di êrîşên dagirker ên Efrînê de cih digirin di 43 rojan de gelek ji wan hatin kuştin. Li gorî lîsteya ku ANF’ê xwe gihandiyê, tenê 24’ê Sibatê 47 çete hatin kuştin.
Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên OSO yên bermayên DAÎŞ-Nûsra yên bi ser Efrînê de ev 43 roj in berdewam dikin. Artêşa dagirker û OSO kuştiyên xwe vedişêrin.
Duh me li lîsteya kuştî û birîndarên leşkeran ên li Racoyê weşandibû. Navê hin leşkerên ku di lîsteyê de ji hêla saziyên dewletê ve jî hate eşkerekirin. ( https://anfkurdi.com/rojane/va-ye-nave-40-leskeren-mirin-u-birindar-bun-93595 )
Îro jî em lîsteya ku me ji jêderkên OSO bi dest xistine diweşînin. Li gorî lîsteyê 24’ê Sibatê li Şerayê ya Efrînê 47 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji hin jêderên di nav OSO’yê de bi dest xistî, navê çeteyên ku di êrîşan de cih digirin têne hazirkirin û didine MÎT’ê. Ji bo her çeteyê ku di nav êrîşan de cih digirin mehê 200 dolarî MÎT dide wan. Kesekî ku navê wî di lîsteyê de ye, dema ku tê kuştin dewleta Tirk 600 dolarî dide wan. Pereyan didine berpirsê komê.
Lîsteya ku me par ve kirî tenê ya rojekê ye. Ji ber sincê xwe yê çapemenî û weşanê em wêneyên cenazeyên van navên derbasbûyî par ve nakin. Tevahiya lîsteyê xuya nake tenê 47 nav tespît dibin. Çeteyên ku navê wan di lîsteyê de 24’ê Sibatê li Şerayê ya Efrînê têne kuştin.
Di lîsteyê de navê çeteyan,dîroka bûyina wan û mirina wan û ji kûderê ne, xuya dike. Balkêş e ku piraniya çeteyên di lîsteyê de cih digirin ji gundên Helebê û Idlibê ne.