Di roja 41’emîn a Berxwedana Serdemê de artêşa Tirk û çeteyên wê derbên giran dixwin.
Encamên şerê giran ê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê ya li navçeya raco ya Efrînê DE zelal dibe.
Çapemeniya Tirk ‘windahî û birîndarên’ xwe vedişêre, heta niha ne TSK û ne jî çavkaniyên din ti daxuyaniyên fermî nedane. Li ser tevnên civakî jî navên leşkerên birîndar ên hatine rakirina nexweşxaneyan hatin parvekirin.
ANF a ku agahiyên ji herêmê girt, ji 20’an zêdetir leşkerên Tirk hatine kuştin. Bi dehan leşker û çeteyên OSO birîndar bûne.
Dîsa hate îdîakirin ku helîkoptera Kobra ya ku derb xwarî li aliyê sînor ê Hatayê ketiye xwarê.
Heta niha Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke fermî nedaye.