Wekîlên Swîsreyî: Li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê
3 parlamenterên Swîsreyî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê pêşnûmeyek dan Parlamenta Federal a Swîsreyê û ji Swîsreyê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.
3 parlamenterên Swîsreyî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê pêşnûmeyek dan Parlamenta Federal a Swîsreyê û ji Swîsreyê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku kete roja 42'an, nerazîbûna li qada navneteweyî roj bi roj zêde dibe. Ji Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Carlo Sommaruga, Manuel Tornare û Laurence Rielle Fehlmann, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê pêşnûmeyek dan Parlamenta Federal a Swîsreyê û jê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.
TORNARE: HEWLDANA DAGIRKERIYÊ YA TIRKIYEYÊ CÎHANA HEMDEM ŞOQ KIR
Parlamenter Manuel Tornare di pêşnûmeyê de got, "Dewleta Tirkiyeyê bi hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Efrînê re cîhana hemdem şoq kir. Tirkiyeyê bi vê hewldana xwe ya dagirkeriyê re hiqûqa navneteweyî binpê kir û Swîsre jî di navê de li ber tevahiya civata navneteweyî rabû." Tornare ji Konseya Federal a Swîsreyê pirsî ku li hemberî vê rewşê wê helwesteke çawa nîşan bide?
Tornare di pêşnûmeyê de her wiha xwest, Swîsre dema peymana bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re kiriye dirêj neke û divê Swîsre hişyariyê bide dewleta Tirk ku hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide.
FEHLMANN: ERDOGAN KESÊN KU LI BER DAGIRKERIYÊ RADIBIN DIKE HEDEF
Parlamenter Laurence Rielle Fehlmann jî di pêşnûmeyê de bal kişand ser hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê û anî ziman, Erdogan li nava welêt li dijî mirovên li ber vê dagirkeriyê radibin zexteke giran dike û wan dike hedef. Fehlmann ji Konseya Federal a Swîsreyê pirsî bê wê helwesteke çawa li hemberî dewleta Tirk nîşan bide? Fehlmann her wiha ragihand, gelek siyasetmedar û sendîkavan ji Tirkiyeyê reviyane û xwe li Ewropa û Swîsreyê girtine, lê dewleta Tirk hê jî wan dike hedef.
Fehlmann ji Swîsreyê xwest ku li pêşberî dewleta Tirk bêdeng nemîne.
SOMMARUGA: DIVÊ DAWÎ LI DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ YÊN SÎNORAN DERBAS DIBE, BÊ ANÎN
Parlamenter Carlo Sommaruga, hem li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salihm Muslim li Çekyayê, hem jî li ser biryara agirbesta mehekê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûme da Parlamenta Federal a Swîsreyê.
Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslim li Çekyayê nîşan dide ku dewleta Tirk û Erdogan biryara girtinê ya qada navneteweyî veguherandine rewşeke polîtîk." Sommaruga destnîşan kir ku ev daxwazên dewleta Tirk ên sînoran derbas dike, divê tavilê bi dawî bibin.
'JI BO PARASTINA SIVÎLAN DIVÊ SWÎSRE BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'
Sommaruga li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbesta 30 rojî ya li Sûriyeyê pêşnûmeyek da parlamentê û pirsî bê rola Konseya Federal a Swîsreyê id bicihanîna vê biryarê de wê çi be?
Sommaruga destnîşan kir ku li Efrînê û Xûta Rojhilat hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û ji hikumeta Swîsreyê xwest ku ji bo parastina sivîlên li Efrînê û Xûta Rojhilat bi erka çalak rabe.