Artêşa Tirk dîsa êrîşî sivîlan kir: 1 mirî, 5 birîndar

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Kaxera ya navçeya Mabeta ya Efrînê sivîlek kuşt, 5 jî birîndar kir.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 42'an de ne. Artêşa Tirk ku derbên giran ji hêzên YPG/YPJ'ê dixwe, êrîşî sivîlan dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, lekşer û çeteyên Tirk danê vê sibehê saet 2'an li gundê Kaxera ya navçeya Mabetayê top avêtin sivîlan.

Ji ber topbaranê welatiyê bi navê Ciwan Sadiq Reşîd (35) şehîd bû û Rêberê Henan (46), Mehmûd Ebdo Îmo (51), Cemîl Mihemed Weqas (47), Ehmed Cemîl Qasim ( 38), Ehmed Silêman Mihemed (55) birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyeke Efrînê têne dermankirin.

Duh jî li herêma Meydankê ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker welatiyê sivîl ê bi navê Xelîl Mihemed şehîd bû, welatiyek jî birîndar bû.