TEV-DEM: Bi serketina Efrînê re wê hemû gelên herêmê qezenç bikin

"Li ser vê xakê cara yekemîn e hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê qedera xwe kirine yek û berxwedaneke hevpar pêş dixin. Li hemberî ev berxwedana hevpar a gelan muheqeq ew ê zalimên serdemê, Dehaqên vê demê û wersiyonên Sedam Huseyîn têk biçin."

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku ev 11 roj in li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane, li Efrînê berxwedaneke bêhempa tê dayin û rûmeta mirovahiyê tê parastin.

BERXWEDANA GELAN A LI EFRÎNÊ, HESRETA JIYANEKE BI HEV RE, AZAD Û DEMOKRATÎK E

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zilm, zordestî, polîtîkayên dagirkerî û berbelavî ya ji kevneşopiya împaratoriya Osmanî tê di şexsê faşîst Erdogan de ku xwe di pozîsyona xelîfeyê 5’emîn de dibîne û dewleta dagirker a Tirk de tê meşandin. Ev êrîşa dagirkirina Efrînê di heman demê de hereketek dagirkirina Sûriyê ye. Li Efrînê komkujiyên li dijî gelê kurd tên kirin di heman demê de li dijî gelê ereb, xiristiyan, çeçen, çerkez, tirkmen û hemû gelên li Sûriyê ye jî. Hemû gelên li Sûriyê li dijî ev êrîşên zalîmane û dij mirovîn li Efrînê mil dane hevdû û li ber xwe didin. Ev berxwedana gelan di heman demê de hesreta jiyaneke bi hev re ya daxwaza azadiyê û jiyaneke demokratîk e."

LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ LI EFRÎNÊ SIVÎL TÊN KUŞTIN, DIVÊ MIROVÊN XWEDÎ WIJDAN RABIN SER PIYAN

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê da xuyakirin ku faşîzma Erdogan ji destpêkê ve piştgirî daye çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra û wiha dewam kir: "Îro jî faşîstên El Qaîde û DAÎŞ’ê di bin banê Artêşa Azad de kiriye yek û li dijî gelan dide şerkirin. Şirîkatiya Erdogan a bi DAÎŞ û Nûsrayê re li Efrînê berdewam dike. Artêşa dagirker a Tirk di êrîş û dagirkirina ser Efrînê de cih û warên dîrokî, mizgeftan dikin hedef. Ev rêbazên hovane ji aliyê çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê ve hatibûn pêşxistin. Armanca tekane ya artêşa dagirker a Tirk ku bi şev û roj erdnîgariya Efrînê, jin û zarokan bombebaran dike ew e ku çeteyên wersiyona xwe li vê xakê bi cih bike. Gelê kurd ku ji aliyê mirovahiyê ve ji ber berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ve hatibû rûmetdarkirin, di roja îro de li dijî rûyê DAÎŞ’ê yê din faşîst Erdogan û dewleta dagirker a Tirk jî ew ê li ber xwe dide. Li Efrînê li ber çavên dinyayê jin, zarok û sivîl tên qetilkirin. Kesên xwedî wijdan, hemû hêzên demokrasiyê, hiqûqa navneteweyî û hemû derdorên siyasetê divê rabin ser piyan û vê hovîtiyê rawestînin."

HETA KU RUHÊ FEDAYÎ YÊ AVESTA XABÛR LI SER VÊ XAKÊ BE, WÊ FAŞÎZM TI CARÎ BI SER NEKEVE

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, heta ku hêzên dagirker li ser axa Efrîn-Sûriyê bin meşa gelan a ji bo serketinê û berxwedana wan jî bênavber ew ê her daîm hebe û hat gotin, "Gelê kurd çawa ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe da ew ê li dijî komkujî û dagirkirina dewleta Tirk jî heta dawiyê li ber xwe bide. Heta ku li ser vê axê ruhê fedayî yê hevrê Avesta Xabûr, wêrekî û baweriya wê ya mezin hebe ti caran faşîzm bi ser nakeve."

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê diyar kir ku berdêla wê çi dibe bila bibe di vê berxwedanê de teqez ew ê azadî û mirovahî qezenc bike û dawiya wê jî ew ê mûhteşem be.

ROJ ROJA RÛMETÊ YE, BILA GELÊ ME BERXWEDANA SERDEMÊ MEZIN BIKE

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Jin, ciwan û hemû gelên me yên li çar parçeyên Kurdistanê divê berê xwe bidin Efrînê. Roj roja rûmet û berxwedanê ye. Hemû gelê me bi ruhê yekitiya neteweyî divê bibe yek û berxwedana serdemê bilind bikin. Em vê berxwedana bêhempa ya gelê xwe silav dikin. Em ew qehrementiya dayikên li Efrînê, keç û xortên ku tevli hêzên parastinê dibin silav dikin. Di heman demê de meşa bi rûmet a jin û ciwanên ereb û xiristiyan ku piştgiriya Efrînê dikin silav dikin. Ev piştgiriyeke gelekî girîng û gaveke dîrokî ye. Li ser vê xakê cara yekemîn e hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê qedera xwe kirine yek û berxwedaneke hevpar pêş dixin. Li hemberî ev berxwedana hevpar a gelan muheqeq ew ê zalimên serdemê, Dehaqên vê demê û wersiyonên Sedam Huseyîn têk biçin. Ev berxwedaneke wisa ye ku derbe li ser derbeyê li artêşa dagirker a tirk dixe ku yek ji artêşên cîhanê ya herî mezin e. Artêşa dagirker a tirk li dijî berxwedana gelên me ew ê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike. Bi serketina berxwedana li Efrînê û bi têkçûna dagirkeriyê re hemû gelên li ser vê xakê ew ê qezenc bikin."