BERXWEDANA LI EFRÎNÊ DI ROJA 47'AN DE YE
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gelê Efrînê dewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî bersiva êrîşan didin û li gelek cihan şerekî dijwar diqewime. Cihê ku şer lê giran e navenda navçeya Cindirêsê ye.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gelê Efrînê dewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî bersiva êrîşan didin û li gelek cihan şerekî dijwar diqewime. Cihê ku şer lê giran e navenda navçeya Cindirêsê ye.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û arttêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balefirên şer navenda navçeyê û derdora wê bi helîkopterên tîpa kobra bombebaran dike.
21:20Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Kefercanê yê Şera ya Efrînê wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk îmha kir. Dîmenên wesayîtê hatin weşandin.
20:41
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî navçeya Meydankê ya Efrînê kir. Li vê derê Newroz Nûrî Reşo (37), Dilşan Hesen Hemo (20), Mihemed Mustefa Seydo (22), Xedîce Mihemed Ebdo (45) ve Izet Mustefa (80) birîndar bûn.
18:46Artêşa dagirker bi balafirên şer dîsa malên sîvîlan kir. Li gundê Mîskê Jorîn di encama êrîşên hewayî de 4 sivîl şehîd bûn.
17:44Kurdistanî û dostên wan ên li Cenevreyê dijîn ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û ji bo protestokirina Neteweyên Yekbûyî li pêşiya avahiya NY çalakî dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku ev çalakî wê bênavber bidome.
17:44Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 47 rojan de hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
17:43
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê didomin. Di bombebarana li dijî navçeya Cindirêsê û derdora wê Xilûd Menkawî (19) û Zihûr Ebdkafî (45) birîndar bûn.
16:18Gelê Efrînê 17 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' bi merasîmeke taybetli Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşartin.
15:42
Li gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrînê, wesayiteke Mekzemîn a hêzên dagirker tevî 5 kesên tê de hate rûxandin.
Li Cindirêsê jî şer dewam dike. Îro 20 caran bi balafirên şer bombe li navçeyê hate barandin.
15:41Artêşa Tirk li Meydan Ekbezê 300 gundî dîl girt
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ev hefteyeke dor li nehiya Meydan Ekbezê girtine. Çeteyên dewleta Tirk nêzî 300 sivîl dîl girtin ku jin û zarok jî di nava wan de hene û zext li wan kirin ku der barê wan de bi rengekî 'erênî' biaxivin.
Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete dor li hin gundên nehiya Meydan Ekbez a li navçeya Raco ya li bakurê rojava yê Efrînê girtibûn û 300 sivîl li vê derê dîl girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, gundiyên Miskûtê, Walikliyê, Kurê, Gazê, Kusa û Erebliyê ji ber ku rê girtî bû nekarîn xwe bigihînin Efrînê û artêşa Tirk ew li gundê Meydan Ekbezê kom kirin.
Hat ragihandin beşeke mezin a gundiyên li nehiyê hatine civandin extiyar in û zext li wan hatiye kirin ku der barê dewleta Tirk de bi 'erênî' biaxivin. Ji ber ku dewleta Tirk duh êrîşî stasyonên bazê kir, agahî ji welatiyan nayê girtin.
14:58Nasnameya 8 şehîdên berxwedana Efrînê hate eşkerekirin
Nasnameya 8 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/nasnameya-8-sehiden-berxwedana-efrine-hate-eskerekirin-93889
14:03Balafirên şer bombeyan li malên sivîlan dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker ku dike nake nikare Efrînê dagir bike, êrîşî cih û warê sivîlan dike.
Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker heta niha zêdeyî 200 sivîl şehîd bûn. Balafirên şer ên Tirk ji bo gelê sivîl ji herêmê birevînin, bê navber bombeyan li wan dibarînin.
Artêşa Tirk a dagirker îro jî bome li gundê Miska Jorîn ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê barand.
Nûçegihanên li herêmê dîmenên bomberdûmana li cih û warê sivîlan kişandin.
13:58
Li derdora gundên Meşalê û Qitmê yên navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime. Herî kêm 9 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.
13:54Bi hezaran kesên li Qamişloyê li hev civiyan berê xwe dan Efrînê. Gelên Cizîrê destpêkê wê biçin Kobanê û ji wir jî berê xwe bidin Efrînê.
12:57
12:13
Şerê giran ê li navçeya Cindirêsê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeyê dibarînin.
11:22
Li Cindirêsê şer giran e
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li navenda navçeya Cindirêsê giran bûne. Êrîşên dagirkeriyê ev 47 roj in didomin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşan didin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li navenda navçeya Cindirêsê di vê kêliyê de şerekî dijwar diqewime.
Agahî li ser berfireha vî şerî bi dest neket.
Artêşa Tirk ev hefteyeke bi rengekî bê navbera bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê dibarîne. Ji ber bomberdûmanê gelek sivîl şehîd bûn.
11:21
11:21
11:21
11:20
11:20