Çapememiya cîhanê: Hişyariyên li ser êrîşên Efrînê bûne rastî

Piştî ku hate ragihandin ku şervanên QSD’ê yên li ser xeta Firatê li dijî êrîşên Tirkiyê wê derbasî Efrînê bibin ev di çapemeniya cîhanê cih girt û hişyariyên, ‘’êrîşên Tirk ên li ser Efrînê wê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels bikin’ hate bibîrxistin.

Di hin nûçeyan de jî hate gotin mecbûrmayina ku şervanên QSD’ê derbasî rojhilatê Firatê bibin encama pêşî ya girîng a êrîşên Tirkiyê ya li ser Efrînê ye.

Piştî daxuyaniya duh ku gelek komên nav QSD’ê wê derbasî Efrînê bibin di Reutersê de bi sernavê, ‘’Hevalbendên Kurdan şervanên Ereb, ji eniya DAÎŞ’ê diçine Efrînê’ da. Di nûçeyê de hate gotin ji komên endamên QSD’ê yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, bi qasî 1700 şervan wê derbasî Efrînê bibin û bi kêmanî 700 ji wan li ser rêya Efrînê ne.

RFI: DI ŞERÊ DIJÎ DAÎŞ’Ê DE DESTEK DAN Û DIJÎ TIRKIYÊ TENÊ HATIN HIŞTIN

Di nûçeya radyoya Fransiz RFI’yê de jî, ku nûçeya Reutersê jêderk hate nişandan, hate gotin di nav QSD’ê de hêza herî girîng YPG ye. Di nûçeyê de hate gotin a girîng Efrîn e û tê fêhmkirin ku li Efrînê destekê bidin YPG’ê ya ku li dijî Tirkiyê şer dike.

Di nûçeyê de rola QSD’ê ya di rizgarkirina Reqayê de hate destnîşankirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna dijî çeteyan de DYA’yê destek daye QSD’ê lê li dijî hêzên Tirk tenê hatine hiştin.

DER STANDARD: DYA’YÊ JI MÊJ VE LI DIJÎ ÊRÎŞÊN SER EFRÎNÊ HIŞYARÎ DIDA

Di nûçeya Der Standardê ya Avûstûryayê de jî daxuyaniya berdevkê QSD’ê ku wê hêza xwe bibin Efrînê hate parvekirin. Di nûçeyê de gotinên berdevk ên ku gotibû li Efrînê eşrê dijî dagirkeriya Tirk lezgîn e û girîng e, hate parvekirin. Di nûçeya Der Standartê de hişyariyên DYA’yê ku ji mêj ve li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê digot, ‘’wê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels bike’ hate bibîrxistin.

PANY: ENCAMA PÊŞÎ Û GIRÎNG A HEWLDANA DAGIRKIRINÊ

Thomas Pany jî di malpera nûçeyan a înternetê de Telepolîs de, ya ku li Elmanya yek girîngtirîn malpera nûçeyan e geşedanên li Sûriye nirxand û bal kişande ser encama pêşî ya hewldana dagirkeriya Tİrk. Pany bi bîr xist encama êrîşên dagirkeriyê wê hin hêz bi ser Efrînê de werin şemitandin û asta êrîşên destnîşan kir.

Pany got Tirkiye biryar standiye ku yekîneyên taybet ku beriya niha ew ‘di şerê nav bajê xwedî tecrûbe’ ne wê bişîne û bi bîr xist ku ev hêz di serî li Cizîrê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ‘xwedî paşerojeke hov in’. Pany got ji serî de ANF gelek organên medyayê nûçeyên komkujiyê yên encama bombekirinên Efrînê didin.

AP’YÊ JÎ HIŞYARIYÊN BERÊ YÊN DYA’YÊ BI BÎR XIST

Assocîated Presss(AP) jî di nûçeya xwe de got QSD bi vê biryara we diyar kiriye ku li dijî Tirkiyê ew destekê dide YPG’ê. Di nûçeyê de gotina ‘biryareke pir zor hateiye girtin’ ya daxuyaniya QSD’ê hate kirpandin û hate gotin ev biryar ‘ji ber sedema êrîşên hov ên Tirkiyê’ hatiye standin.’’

Di nûçeyê de her wiha hişyariyên rayedarên DYA’yê hate bibîrxistin ku gotibûn êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê wê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels bike.

AFP: ŞERVAN PIR DIXWAZIN PARASTINA EFRÎNÊ BIKIN

Di ajansa nûçeyan a Fransiz AFP’ê de jî hate gotin, ‘’Sûriye: Şervanên Kurd ji bo Efrînê dev ji şerê dijî DAÎŞ’ê diqerin’’.

Di nûçeyê de hate gotin şervanên Kurd ên din av QSD’ê de ku çûne Efrînê li gel ku dizanin DYA wê destekê nede wan jî ‘bibiryar in ku civaka xwe biparêzin’ û hate gotin ji ber sedema êrîşên ser Efrînê di nav Kurdan de hêrsek çêbûye. Di nûçeyê de hate gotin li Qamilo merasîma cenazeye 3 şervanên QSD’ê yên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn hate parvekrin û bi gotina şervanekî QSD’ê, ‘’diviya li Efrînê şehîd bibûna’ cih da helwesta şervanan.

Di nûçeyê de hate gotin li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) 170 sivîlî di êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, şervanên QSD’ê ‘pir dixwazin’ ku parastina Efrînê bikin. Di nûçeya AFP’ê de hişyariyên rayedarên DYA’yê ku gotibûn êrîşên li ser Efrînê ‘di operasyonên dijî DAÎŞ’ê de konsantrasyonê xira dikin’ hate parvekirin

Rojnama û kovarên Fransiz ên weke Lîberatîon, Le Poînt û hwd de hate gotin şervanên Kurd ji bo Efrînê biparêzin ji deverên dî diçine Efrînê.