Sê jin, sê nifş, sê çîrokên Berxwedana Serdemê -3

Çîçek Dolê di şerê Kobanê de dema li nava refên YPJ'ê li dijî çeteyan têdikoşiya roja 8'ê Adara 2015'an birîndar bû û milekî wê jê bû. Niha jî bi kamera û çeka xwe berxwedana Efrînê ji cîhanê re radigihîne.

Nav û wateya îsal a 8'ê Adarê Efrîn e, yanî Berxwedana Serdemê ye. Çîçek Dolê di şerê Kobanê de dema li nava refên YPJ'ê li dijî çeteyan têdikoşiya roja 8'ê Adara 2015'an birîndar bû û milekî wê jê bû. Niha jî bi kamera û çeka xwe berxwedana Efrînê ji cîhanê re radigihîne.

ÇÎÇEK KOBANÊ 8'Ê ADARÊ BIRÎNDAR BÛ

Çîçek Dolê bi kameraya xwe hem şervan e hem jî şer dike belge. Ji bo Çîçek Dolê ku endama Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê ye û bi çek û kameraya xwe li eniyên berxwedanê yên Efrînê cih digire, 8'ê Adarê xwedî wateyeke cuda ye. Çîçek Dolê di Berxwedana Kobanê de weke şervaneke YPJ'ê cih girt û piştî rizgarkirina navenda bajêr di dema berxwedana gundan de roja 8'ê Adara 2015'an birîndar bû û milekî wê jê bû.

BERXWEDANÊ BI KAMERAYA XWE DIDOMÎNE

Çîçek Dolê ku heta wextekê tedawî dît, piştre tevlî Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê bû û pêngavên rizgarkirina bajaran ji dagirkeriya DAÎŞ'ê bi kameraya xwe ji cîhanê re ragihand. Dîmenê jinên li Minbicê çarşef diçirandin, ji aliyê wê û hevalên wê ve ji cîhanê re hate ragihandin. Yên ku li Tebqayê şahidî ji daxisitna ala reş a çeteyên DAÎŞ'ê kirin û ji her kesî re ragihandin Çîçek û hevalên wê bûn. Çîçek Dolê karê ku dike weke parçeyekî şer dibîne û dibêje, "Min hewl da hêz û îradeya YPJ'ê ya rizgarker bi rêya kamera û wêneyên ku dikişînim nîşan bidim."

BERXWEDANA SERDEMÊ BI KAMERAYÊN WAN TÊ RAGIHANDIN

Çîçek Dolê niha ji bo Berxwedana Serdemê ragihîne bi çek û kamera xwe li Efrînê diçe eniyên berxwedanê û tevî 10 şervanên jin ên li Ragihandina YPJ'ê dibe dengê YPJ'ê.

Çîçek Dolê li şûna çîroka xwe bêhtir dixwaze qala çîroka YPJ'ê bike. Destpêkê qala 4'ê Nîsana 2013'an dike ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wê rojê ava bû: "Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, YPJ hê komeke biçûk bû. Rêxistinbûna parastina jinê yek ji hîmên şoreşê bû. Bi demê re mezin bû û berxwedana jinê li her qadê belav kir." Çîçek Dolê işaret bi zor û zehmetiyên Şoreşa Rojava kir û got, "Ji roja destpêkê ya şoreşê ve bi destê çeteyan timî êrîş hatin kirin. Û hewl dan ku şorşeê bifetisînin."

'YPJ'Ê CIHÊ XWE DI NAVA ŞER DE GIRT Û HER KU ŞER KIR XURT BÛ'

Çîçek Dolê bi bîr xist ku YPJ bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bû û destnîşan kir ku YPJ li ber her hêza êrîşî Rojava kirin rabû. Çîçek Dolê diyar kir ku wan cihê xwe di her şerî de girtin û got, "DAÎŞ, El Nûsra û hemû çeteyên din ên El Qaîdeyê li Rojava şer kirin. Êrîş niha jî bi destê dewleta Tirk tê kirin. Destpêkê tecrûbeya me kêm bû, lê bi demê re di mijara hejmar û teknîkê de me xwe xurt kir."

Çîçek Dolê anî ziman, bi mezinbûna YPJ'ê re bêhn hatiye ber jinan û wiha dewam kir: "Piştî wextekê jinan YPJ weke cihekî ku karibe lê nefesê bistînin dîtin û dan dû azadiya xwe. Li her cihê ku em çûn û me rizgar kir, jinan aramî dîtin. Jinên ku YPJ'ê xwe gihande wan, bûn xwedî hişmendiya azadiyê. Xewn û xeyala azadiyê ya jinan derkete holê û bû sembol. jinên ku xwe bi rêxistin kir, xebitî, hilberand, pişta xwe spartin YPJ'ê û jê hêz girtin. Ji roja destpêkê ya avabûnê ve YPJ şer dike, ji bo azadiya jinan şer dike... Cihê xwe di hemû pêngavan de girt. Gelek hevalên me yên jin teslîmiyet qebûl nekirin û bi lehengî şer kirin."

'JIN MOHRA XWE LI BERXWEDANA LI EFRÎNÊ DIXIN'

Çîçek Dolê gotin anî ser Berxwedana Efrînê û bi bîr xist ku YPJ pêşengiyê ji Berxwedana Serdemê re dike. Çîçek Dolê got, "Şerê li vê derê şerekî ji rêzê nîne. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi her şêwe teknîkê êrîş dike. YPJ di vî şerî de li dijî hemû êrîşan, taktîkê diafirîne û li her eniyê şer dike. Hevala Avesta Xabûr bû sembola berxwedana Efrînê. Lehengiya hevala Avesta nîşaneya asta  YPJ'ê ye. Di Berxwedana Serdemê de jin bi berxwedana YPJ'ê xwe ji nû ve ispat dikin."

'EM BÛN RÊXISTINA HEMÛ JINÊN LI CÎHANÊ'

Çîçek Dolê destnîşan kir ku YPJ ne tenê ji bo jinên Kurd an jî jinên li Rojhilata Navîn, veguherî rêxistinbûneke gerdûnî ya ji bo hemû jinên li cîhanê û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev bang kir: "YPJ ne tenê rêxistineke şerker e. Xwe li her qadê bi rêxistin dike. Tevî şer li her qada civakê li dijî paşverûtiyê şer dike. YPJ êdî rêxistineke gerdûnî ye ku jinên ji gelemperiya cîhanê cihê xwe di nav de digirin. Ji 8'ê Adarê re kêm maye, rojeke pîroz e ji bo hemû jinên li cîhanê. Li çar aliyên cîhanê û li herêma me jin tên kuştin, axa wan tê talankirin.

Dewleta Tirk a ku îro êrîşî Efrînê dike, destpêkê êrîşî jinan dike. Binerin, balafirên şer bi giranî bombeyan li jin û zarokan dibarînin. Divê jin hemû xwedî li berxwedana YPJ'ê derkevin. Jin bi rêya yekîtiyê dikarin pêşî li vê komkujiyê û van êrîşan bigirin. Silav ji hemû jinên li cîhanê re. 8'ê Adarê li me hemûyan pîroz be."