Li Cindirêsê şervanê YPG’ê ji bo dîl neyê girtin xwe feda kir

Şervanekî YPG’ê yê li dijî arêtşa Tirk a dagirker ku li navçeya Cindirês a Efrînê şer dike, ji bo ku dîl nekeve destê artêşa Tirk û çeteyên wê xwe di nava leşkeran de bi bombeyên li ser xwe, xwe feda kir.

Li gorî çavakaniyên ji Efrînê hatin girtin, şervaneke YPG’ê yê ku li navçeya Cindirês a Efrînê heta dawî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dike, ji bo dîl neyê girtin xwe di nava leşkerên Tirk ên dagirker de bi bombeyên li ser xwe çalakiyeke fedayî pêk tîne.

Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku têkildarî çalakiya şervanê YPG’ê û agahiyên berfirehtir wê piştre bi raya giştî re bê parvkekirin.

QSD’ê têkildarî êrîşê di daxuyaniya dayî de ev tişt got: “Şerê dijwar ê li herêmê bê navber dom dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê bi balafir û topan li qadê bombeyan dibarîne. Qetlîamên sivîlan ên artêşa Tirk û çeteyê wê jî bê navber dewam dike.

Bomberdûmana ji duh saetên nîvro ve destpê kirî heta saetên şevê bê navber bi hemû dijwariya xwe dewam kir. Di saet 21:00’an de jî balefirên şer û helîkopterên Kobra bi dijwarî bombeyan li herêmê dibarîne. Ev bomberdûman heta derengiya şevê jî dom kir. Îro dîsa jî di saetên sibê de balefirên şer û helîkopteran qad bombe kirin. Li gel bomberdûmana dijwar a li herêmê şerekî giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de jî dewam dike.”