Li Fîrêriyê SÎHA’yan li sivîlan xist, AA daveje ser YPG’ê

AA’yê bi dîmenên SÎHA’yan ê pevxistî nûçeyek çêkir, dîmenên li ber nexweşxanê ev dîmenên wan pûç kir.

Di dîmenên SÎHA’yan de, ku AA’yê weşandin, wesayitên sivîlan ji hewayê ve têne bombekirin, lê li gel vê jî AA’yê ev sûcê şer avête ser YPG’ê.

Ajansa Anadoluyê, ajansa fermi ya dewleta Tirk, 5’ê Adarê dîmen par ve kirin, ku di dîmenan de, li gundê Firêriye malbeteke Ereb ji hêla balafirên şer ên Tirk ve têne bombekirin, AA’yê li gel vê bombekirinê jî hewl da ku vî sûcî şer bavêje ser YPG’ê. AA’yê ku dîmenên SÎHA’yan par ve kirî, hewl da ku komkujiyê bavêje ser YPG’ê.

ÇI BÛBÛ?

Balafirên şer ên dewleta Tirk, 5’ê Adarê li gundê Firêriyê yê Cindirêsê wesayiteke malbatekê kiribû hedef û di encamê de pitika 3 mehî Diyana Gazî El Saleh û Mahmûd Elo ê 25 salî hatibûn kuştin, welatiyên bi navê Ebdullah Tirkî Dawid, Xetûce Mistefa Mistefa, Sibhîs Gazî El Saleh, Seyyah Cemal El Saleh û Atûr El Salih Hesen birîndar bûbûn.

DEMA KU DIÇÛNA DEWLETA TIRK BALAFIRAN LI WAN DA

Ên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, ji hêla gundiyan ve rakirin nexweşxaneya Efrînê û kesên ku birîndar bûbûn gotibûn balafirên şer ên Tirk li wan dabû. Diyar bû ku malbata navborî xizmên wan çeteyan bûn ku bi artêşa Tirk re êrîş anîne ser Efrînê û bi wesayitên xwe dema ku diçûna herêma ku artêşa Tirk û çete lê ne, balafiran li wan daye. Endamên malbatê li ber Nexweşxaneya Efrînê ji nûçegihanan re gotibûn, ‘’Di nav OSO de xizmên me hene, em nikarin biaxivin.’’

AA’YÊ BI DÎMENÊN SÎHA’YAN DEZANFORMASYON KIR

Di dîmenên AA’yê de, ku duh weşandibû û bi navê ‘’Kêliyên ku terorîstan bi kemîna bombeyan li sivîlan da, hate tomarkirin’, gav bi gav tê dîtin bê ka çawa balafirên şer li sivîlan daye, ku di nav wan de pitika 3 mehê jî hebû. Berdevkê NY’yê Steffan Durrîc gotibû, ‘’YPG destûrê nade sivîlên ku dixwazin ji bajêr derkevin’, di nûçeyê de cih dabûne van gotinan jî, lê berevajî îdîayan di dîmenan de xuya dibe ku bi balafirên eşr çawa sivîlan dikine hedef.

GAV BI GAV DEZENFORMASYON Û MIKURHATIN

Di dîmenê SÎHA’yê de, ku AA’yê weşandin, di beşê pêşî de, tê dîtin ku 2 kes, li deverekê, ku nayê zanîn kûdera mayinan datînin. Lê ev kes piştre direvin û balafir li wan didin.

Bi berdewamî, di nûçeya AA’yê de tê gotin, ‘’36 gundiyên ku ji ber gefên terorîstan reviyan, bi qemyonetekê bi rê dikevin’. Ango tê zanîn ku di wesayitê de sivîl hene.

Di berdewamiya dîmenan de wesayita ku sivîl tê de ne ji hêwayê ve tê bombekirin. Lê di beşê dîmenan ê AA’yê de tê gotin, ‘’Wesayita ku di rêya mayinkirî de diçe, pê li teqemeniyê dike, ku terorîstan ew danîbû.’’

Bombeyên ku ji hewayê ve têne avêtine tam li wesayitê nakeve û piştî ku hinekî bi pêş ve diçe radiweste, sivîlên di wesayitê de dadikevin û bi hawîrdorê ve dibezin, di vê navê de balafirên şer dîsa li sivîlan dixin.

Lê li vir tiştekî dî yê balkêş jî nîşaneya diyarkirina hedefê ya balafiran e (nîşaneya zêdekê) tam dema ku tê ser wan sivîlan, ku direvin, SÎHA li wan dide.

Li gel êrîşa ji hewayê, ya bi nîşangirtî jî AA xwe dixe navê û dibêje, ‘’gundiyên ku bi tirs ji qemyonetê dadikevin pê li teqeminiyê dikin, ku terorîstan çandibûn.’’

AA di berdewamiya nûçeyê de dibêje, ‘’Di vê teqînê de pitika 3 mehê jî di nav de 3 kes jiyana xwe ji dest didin’ û kesekî bi navê Muhammed Nur Elo dide axaftin, ku tê îdîakirina ji malbata wan kesan e ku hatine kuştin û hewl dide ispat bike ku YPG’ê li wan daye.

Gundiyên ku anîbûn Nexweşxaneya Avrînê jî gotibûn dema ku ew diçûn balafirên şer ew kirine hedefa xwe.

Balkêş e ku ev nûçeya pevxistî ya AA’yê ji şevê dî ve di manşêta ajansê de ye.