Li Bilbilê herî kêm 10 dagirkerên Tirk hatin kuştin

Li du gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker ên Tirk de şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li derdora gundên Bukê û Baxçe yên navçeya Bilbilê di şer de herî kêm 10 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Şerê li herêmê dewam dike.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roja 20'ê Çileyê dest pê kiribûn. QSD'ê 7'ê Adarê bîlançoya 47 rojên şerê Efrînê eşkere kir û diyar kir ku 1588 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Di heman şerî de 283 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Dewleta Tirk 47 rojan 1026 caran bi balafiran bombe li cih û warê sivîlan barand û bi çekên giran jî 3307 aran qadên sivîlan barand.