YPG: Îlan Dara bû şopdarê rêya Avesta û Arînan

Fermandariya YPG’ê ya Efîrînê nasnameya şervanê xwe yê ku li Cindirêsê çalakiya fedayî lidarxistibû, eşkere kir.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel a Efrînê têkildarî şervanê xwe yê ku li Cindirêsê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî lidarxist, daxuyaniyek weşand.

YPG`ê diyar kir ku çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala wan Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne ruhê serkeftinê, hevalê wan Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir,

ʺRêhevalê me Îlan Dara duh  li hemberî çeteyên dewleta Tirk a faşîst(Çeteyên El-Nusra û El-Qaîde) ên ku êrîşî herêma Cindirêsê kirin, çalakiyeke  fedayî  pêk anî.

Çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala me Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne ruhê  serkeftinê, hevalê em Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

Rêhevalê me Îlan Dara careke din îspat kir ku bi ruhê azadiyê, bi bîr û bawerî li hember dijmin sekinandin, xeta serkeftinê ye . Rêhevalê me Îlan bi vê çalakiya xwe  ya fedayî ruhê demê û ruhê serdemê jiyan kir. Em ê di şopdariya heval Îlan de serbikevin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.”

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Îlan Dara

Nav û Paşnav: Ehmed Elwelo

Cih û Dema Şehadetê: Çalakiya fedayî li Cindirêsê / 8`ê Adara 2018