Bi merasîmeke heybet cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê

Li Efrînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyên 19 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke heybet ve li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyê û Şengalê ji bo merasîma cenazeyên Şervanên QSD‘ê Munzur Tekman, Intîqam Şemzînan, Çiya Agir Qamişlo, Qereso Endok, (Mihemed Îbo) Hemze Îska, Celal Reşîd ( Mezlûm Mîdono) Hisên Ehmed (Avraş Efrîn), Egît Kedlo ( Rojava Efrîn), Amir El-Xubarî (Bargiran), Sidqî Kedro (Birûsk), Suhbî Koço (Êrîş Efrîn), Hesen Îbrahîm (Dilşêr Şêrawa), Ebdo Heyder (Sîdra Çiya), Zekeriya Ebdo (Hebûn Welat), Mihemed Hiso (Mervan Efrîn, endamê Hêzên Asayîşê Orhan Horo (Orhan) û Hisên Îbrahîm, Ferhad Îbrahîm û Hele Îbrahîm ên sivîl di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şehîd bûn, li pêşiya Nexweşxaneya Avirîn kom bûn.

Girse piştî ku cenazeyên şehîdan wergirtin, bi berizkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” ber bi Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr bi rê ketin.

Li şehîdgehê, merasîmeke hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan rêzgirtin hate girtin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Mihemed Şêx Qenber û Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku malbatên şehîdan dagirkeriya Tirkiyê ji bo xaka Efrînê qebûl nakin û tola xwe li erdê nahêlin. Axaftivanan her wiha soza şopandina rêya şehîdên xwe dan.

Di merasîmê de, her wiha kurê şehîd Êrîş Efrîn, hevjîna şehîd Dilşêr Şêrawa û birayê şehîd Avraş jî axivîn û diyar kirin ku şehadet ji bo wan cihê şehnaziyê ye û gotin ku Berxwedana Serdemê yekrêziya gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyê xurt kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namire” û tilîliyan spartin axê.