Li Efrînê marê li ser kaniyê: Dewleta Tirk

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tesîsên avê kire hedef şaredariya Efrînê bîrên berê yên li bajêr nû dike û pêviya bi avê ya gel dabîn dike.

Dewleta Tirk ji roja pêşî ya êrîşên dagirker ve sivîlan dike hedef. Her wiha ji bo ku gel xaka xwe biterikîne tesîsên avê, nanpêjxaneyan, çewlikan û stensyonê bazê dike hedef. Navenda paqijkirina avê ya li ser bendava Meydankê, ku ava Efrînê û navçeyên wê ji dihat ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin û di ser vê re av li ser bajêr hate qutkirin.

BI TANGÊRAN AVÊ DIBIN

Piştî ku ava li ser bajêr qut bû Şaredariya Efrînê bîrên berê yên bajêr nû kir û bi tangêran pêdiviya avê ya gel dabîn dike. Şaredariya Efrînê 6 bîrên mezin ê avê nû kir, bi 5 tangêran 24 saetan ava gel dabîn dike. Şaredarî bi tangêran û wesayitên agirkuj avê dibe hemû taxan, depoyên avê yên avahiya dadigire.

BÎRÊN BERÊ 

Xebatkarê Şaredarayia Efrînê Ziyad Hemûdê got, ji  bo ku ava gel dabîn bikin seraqet dixebitin, bi tangêran avê dibine taxan. Hemûdê got niha 6 bîrên mezin hene, ti arîşeya wan a avê tine û got divê dile gel di vê mijarê de rehet be.

'BENDAVA MEYDANKÊ BÛ HEDEF'

Rêveberiya Şaredariyê jî derbarê mijarê ji ANF’ê re got armanca sereke ya dewleta Tirk ji bombekirina tesîsên avê ew e ku gel bide koçberkirin û ji bo vê jî Bendava Meydankê bombe kiriye. Rêveberiyê got li gel van êrîşên dewleta Tirk jî gel şûnwarê xwe bernedaye, arîşeya avê bi biran çareser kirine, wê ti arîşeyeke mezin a avê çênebe.

ŞAREDARIYÊ BANG LI GEL KIR

Rêveberiya Şaredariyê got gel bi fêhmbarî vê rewşê şîrove dike, dema ku telefonî wan dikin, ew bi tangêran avê ji wan re dibin û wiha dibêje: "Weke beriya niha bi civînên gel me gotî, ava ku em ji bîran didin beriya niha ti analîz li ser nehatiye kirin. Ji bo vê jî, em pêşniyar dikin ku ava vexwarinê baş were kelandin. Her wiha em pêşniyar dikin ku bi sexberî avê bi kar bînin."