Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Îsmaîl Ozden (Zekî Şengalî) şehîd bû, li Ewropayê bi çalakiyan tê şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Yewnanîstan, Fransa û Awûstûryayê daketin qadan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê bi çalakiyên girseyî şermezar kirin.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Qisekeran li dijî êrîşên dewleta Tirk banga berxwedanê kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

TOÛLOÛSE

Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakiyek li dar xistin û êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin.

Mîtîng ji aliyê Kolektîfa Piştgiriya bi Gelê Kurd re hate lidarxistin û li meydana Jean Jaûresê pêk hat.

Di şexsê Zekî Şengalî de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşê yên cîhanê deqeyek rêz hate girtin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hidlan û belavok hate xwendin.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Toûloûse Zeynep Akin li mîtîngê axivî û işaret bi bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û welatên Ewropayê li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir. Akin destnîşan kir ku Ewropa şirîkê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ye.

Di mîtîngê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

GRAZ

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê Kurdistaniyan li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê mîtîngek li dar xistin.

Kurdistaniyên ku danê êvarê saet 18:00 li meydana Herrengasseyê li hev civiyan, faşîzma dewleta Tirk şermezar kirin û wêneyên Zekî Şengalî hildan.

Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li qada çalakiyê axivî û êrîşa li Şengalê şermezar kir. Sever destnîşan kir ku gel wê xiyaneta rêveberiya Başûrê Kurdistanê qebûl neke û yekîtiya gelê Kurd wê teqez çêbibe.