‘Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin’

Qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin û peyama "Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin" hate dayîn.

CÎHAN-NAZIM

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Kanûnê de ji aliyê dewleta Tirk ve rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Ev komkujî li gelek navendan hate protestokirin.

Li navenda Riha û navçeyên wê Serêkaniyê, Sêwêreg, Pirsûs, Curnê Reş, Berecûk û Xelfetiyê daxuyanî hatin dayîn.

Nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), gelek partiyên siyasî û saziyên sîvîl tevlî çalakiya ku li pêş avahiya DEM Partiyê hat kirin, bûn.

Nûçegihanê Ajansê Mezopotamyayê (MA) Emrûlah Acar got, "Ew her tim bûn dengê rastiyê. Heta kêliyên xwe yên dawî jî bûn dengê Rojava. Her çi dibe bila bibe em ê pênûs û qemereyê wan li erdê nehêlin."

Çalakvana TJA'yê Edle Fîdan jî got, "Em bang li her kesê hestiyar dikin ku li hemberî van sûcên mirovahiyê dengê xwe bilind bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Bijî Berxwedana Rojava" û "Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin" bidawî bû.

LI RIHA JÎ PROTESTO

Li pêş avahiyên DEM Partiyê yên li Rihayê jî qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de peyama, "Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin" hate dayîn.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî meş hate kirin û daxuyanî hate dayîn. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên sîvîl tevlî meşê bûn. Mesa ku ji pêş avahiya DEM Partiyê heta navenda sûkê hatiye kirin de bênavber dirûşmeya, "Bijî Berxwedana Rojava" û "Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin" hate avêtin.

 

Hevseroka DEM Partiyê ya navçeyê Fîlîz Saygi jî axivî û got, "Kedkarên Çapemeniya Azad bi rojan ji Tişrîna ku di bin êrîşan de bû, geşedanên dawî radigihandin. Ji bo pêşî li zihniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan berovajî dike bigirin û gel bê agahî nehêlin hemû xetereyan berçav girtin û xebatên xwe domandin. Ew her tim bûn dengê rastiyê."