Di 19’ê Kanûnê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Wesayîta rojnamevanan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de her dû rojnamevan şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Bertekên li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser rojnamevanan dewam dikin. Divê çarçoveyê de Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed peyamek belav kir.
Peyama Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha ye:
“Mixabin hewldanên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tenê bi terorkirina kesên sivîlan ranewestiyane, lê ji bo ku dengên azad bitepisînin berê çekên xwe didin rojnamevanan jî. Tişta ku me zêdetir dilgiran dike, bêdengiya civaka navdewletî ya li hember vê karên hovane ya terorîstî ye. Ji ber ku pênûs û kamerayên di destê zarokên Kobanê, Rojava û Sûriyeyê de ji çek û cebilxaneyan bi hêztir in, divê heta ku dijîn di nava tirsê de bijîn.
Ev êriş ewlehiya vî welatî têk dide û pêvajoya avakirina Sûriyeyeke nû, pêkanîna aştiyê û mafên hemû civakên li welêt asteng dike.
Kuştina rojnamevanan ji aliyê Turkiyeyê ve ne karekî nû ye. Rojane êrîşên ne rewa li ser xaka Sûriyê û Rojava pêk tîne.
Tevî ku ez vê tawanê li dijî rojnamevan û sivîlan şermezar dikim, daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim ku li hemberî van neheqî û tawanan bê deng nemîne û êdî nehêlin xwîna zarokên Sûriye û Rojava bê rijandin. Divê dawî li vê hovîtî û hişmendiya faşîst bê anîn û di dadgehên navneteweyî de demildest lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin.
Bi vê boneya xemgîn de ez sersaxiyê ji malbatên her du rojnamevanan re, ji bajarê Kobanê ya sembola berxwedanê û Kurdên Rojava re dixwazim.”