Bi girseyî serdana şîna Nazim Daştan kirin

Li Agiriyê bi girseyî serdana şîna kedkarê Çapemeniya Azad Nazim Daştan ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, kirin.

ŞÎNA JI BO NAZIM DAŞTAN

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Malbata Daştan xwest şîna xwe li Mala Şînê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê dane. Li ser vê yekê polîsan xwediyê mala şînê gazî îfadeyê kir û nehişt li vir şîn were danîn. Li ser vê yekê malbatê şîna xwe li baxçeyê mala xwe danî. Ji duh ve Taxa Fatîhê ku hem Rêxistina DEM Partiyê hem jî mala malbata Daştan lê ye, ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tevî zext û dorpêça polîsan jî serdanên şînê bênavber didomin.

Îro jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) serdan hate kirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajarên Agirî, Îdir û Qersê û navçeyên wan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên Bazî û Îdirê û bi sedan welatî tevlî bûn.

Di şînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Nûnerê MEBYA-DER’ê yê Agiriyê Burhan Kartal axivî. Kartal, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna man û nemanê dide û ev tişt anî ziman: “Nazim û Cîhanê ji bo parvekirina heqîqetî, canê xwe feda kirin. Em, bejna xwe li hemberî têkoşîna xebatkarên Çapemeniya Azad ditewînin.”